Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye 2025-12-08 14:18:21 ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş diyar kir ku xebatên di çarçoveya pêvajoyê de tên domandin ne tenê peywira komîsyona li Meclisê ye û got: “Hemû saziyên dewletê, bi koordînasyona jor, peywirên xwe bicih tînin. Ev, projeyeke dewletê ye.”    Pêşniyarqanûna Têkildarî Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an li Komîsyona Plan û Budçeyê hat qebûlkirin û niha jî hevdîtinên li Lijneya Giştî ya Meclisê hatin destpêkirin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, di destpêka civînê de axivî û got ku komîsyona di çarçoveya pêvajoyê de hatiye avakirin, li gorî ruhê serdemê bi erkekî dîrokî rabûye. Kurtulmuş, anî ziman ku xebatên komîsyonê girîng in û got piştî guhdarîkirina hemû derdoran, pêvajoya guhdarîkirinê jî bi dawî bûye.    DÊ LI GORÎ RAPORÊ TEVBIGERIN   Kurtulmuş, da zanîn ku dê Meclis di çarçoveya muzakereyan de raporeke xurt amade bike û wiha pê de çû: “Hêviya min ew e ku di demekî herî kin de ji bo vê pirsgirêkê û bilindkirina standartên demokrasiyê yên Tirkiyeyê perspektîfeke giştî amade bike û rapora xwe pêşkeşî Meclisê bike. Dê verastkirinên ji vir û şûnde çawa bên kirin, ev dê li gorî raporê bên kirin.”    PÊDIVÎ BI DESTÛREKE BINGEHÎN A NÛ HEYE   Kurtulmuş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “‘Tirkiyeya bêteror’ ne tenê peywira komîsyonê ye. Ev, projeya dewletê ye. Hemû saziyên têkildar ên dewletê ji bo pêvajo bê qeza û bela bidome û ji bo biencamkirina wê, di çarçoveya koordînasyoneke xurt peywirên xwe bicih anîn. Komîsyonê jî peywira xwe pir baş bicih anî û hêvî dikim encamekê jê bigire û ev firsenda dîrokî were serxistin. Berpirsyartiyeke dîrokî ya Meclisê heye û divê gavên din ên demokratîk bên avêtin. Beriya her tiştekî, hewcehî bi destûreke bingehîn a sivîl, demokratîk û sivîl heye. Ev jî yek ji berpirsyartiyên girîng ên Meclisê ye. Her wiha ji bo bilindkirina standartên demokratîk, Rêziknameya Meclisê, Qanûna Partiyên Siyasî, Qanûna Hilbijartinê jî jinûve bên nirxandin û encamek jê were girtin.”