Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî 2025-12-04 10:57:23   ENQERE - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bal kişand ser pêvajoyê û diyar kir ku ji bo verastkirina qanûnî ew bawer e ku dê li Meclisê îradeyekî hevpar derkeve holê.    Beşa duyemîn a hevpeyvîna Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya bi rojnameya Turkgunê ya têkildarî geşedanên rojevê hat weşandin. Bahçelî, bal kişand ser xebatên komîsyonê û serdana endamên komîsyonê ji bo Îmraliyê û ev tişt got: “Niha dora amedekirina rapora ji bo pêvajoya veguhêz e. Ji ber vê yekê, ez bawer im ku dê ji bo temamkirina verastkirinan dê li TBMM’ê îradeyek hevpar derkeve holê. Ez bi hêvî me ku aliyê siyasî, demokratîk û hiqûqî yê pêvajoyê jî dê bi heman lezê bidome.     ‘DERBASÎ QONAXA DAWÎ BÛYE’   Bahçelî, bal kişand ser piştgiriya civakî ya pêvajoyê û wiha pê de çû: “Niha mercên berfireh û rastîn ên mutabeqetekê heye. Dem nemaye. Derbasî qonaxa dawî bûye. Gelê me dê aştiyê bi kelecan hembêz bike. Dê aramiya civakî serdest be. Ji ber vê yekê ez aram im. Li gorî min hemû partiyên ku endam dane komîsyonê bi berpirsiyariyê ve tevgeriyane û ez spasiya hemûyan dikim.”