Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve 2025-12-04 09:18:18 QAMIŞLO - Ji Dêrazorê heta Hesekê û Qamişloyê, li her derê pêşengên Şoreşa Rojava bi awayên cuda tên bibîrxistin. Ji ber ambargo û êrişan, carnan avakirina malekê jî girêdayî geşedanan pêş dikeve. DAIŞ hîn jî metirsiyeke mezin e, tevî vê yekê jî şoreş bi komunan gav bi gav tê pêşxistin. Qamişlo, yek ji mezintirîn bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û li ber navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye. Ji Deriyê Sînor ê Nisêbînê, tenê kîlometreyekê rêveçûn bes e ku mirov xwe bigihîne vir. Lêbelê, ji ber şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê derket, ev der jî para xwe ji şer girt. Deriyê sînor hat girtin, xizm û nas ji hev qut bûn û ziyaneke mezin gîha aboriya her du bajaran.   RÊYA KÎLOMETREYEKÊ DERKET 3 HEZAR Û 600 KÎLOMETREYÎ   Heke hûn bixwazin biçin bajarekî ku tenê kîlometrekî dûr e, divê hûn bi kêmanî bi hezaran kîlometreyan bidin ber çavên xwe. Ji bo ku em beşdarî 5'emîn Mihrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî bibin ku di navbera 13-20’ê Mijdarê de hat lidarxistin, me jî rêwîtiyek dirêj kir. Ji ber hebûna sînorên çêkirî, rêya kîlometreyekê, heta 3 hezar û 600 kîlometreyan dirêj bû. Ji Amedê ber bi Stenbolê ve, ji wir ber bi Şamê ve, paşê jî bi ser Dêrazorê re ber bi Qamişloyê ve...   PÊŞENGÊN ŞOREŞÊ LI HER DERÊ NE   Piştî ku em ji Dêrazorê derketin, rawestgeha me ya din Hesekê bû. Nîşanên Şoreşa Rojava li seranserê rê de xwe dida hestkirin; mirov dikarîbû wêneyên şervanên HSD’ê yên ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, li hemû cihên sembolîk bibîne. Herwiha li her derê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi ramanên xwe bûye îlham ji şoreşê re û yên fermandarên ku di demên cuda de şehîd bûne, hebûn. Li gelek cihan me nivîs û pankartên "Azadî ji bo Rêber Apo" yên ku hem bi Erebî hem jî bi Kurdî hatibûn nivîsandin, dît.     Rêwîtiya me ya ku serê sibê dest pê kir, heta êvarê berdewam kir. Piştî ku em di Hesekê re di bin ewrên tozê yên giran de derbas bûn, êvarê gihîştin Qamişloyê. Li cihê têketina bajêr nivîsa "Hûn bi xêr hatin" hebû û li hemberî wê jî Nisêbîn bû.   AVAHIYA MALEKÊ JÎ BI GEŞEDANAN VE GIRÊDAYÎ YE   Qamişlo bajarek e ku Kurd, Ereb, Ermen, Suryanî û Tirkmen (her çend hejmara wan kêm be jî) bi salan e bi hev re lê dijîn. Ji ber vê yekê, modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di rewşeke temsîlî de ye. Bi bicîhbûna kesên ku di dema pevçûnan de koç kirine, nifûsa wê ya ku 200-300 hezar bû, hema hema du qat zêde bûye.     Hem ambargo, hem nediyariya ku şer çêkiriye, hem jî êrİşên hewaî yên dubare, bandoreke neyînî li hemû warên bajêr kirine. Bi kêmasiyên xizmetê yên rêveberiyên herêmî re, pirsgirêkên wekî rê, paqijî û avê hê zêdetir bûne. Gotina şêniyekî bajêr a "Avakirina malekê jî bi geşedanên li herêmê ve girêdayî ye," rewşa herêmê bi kurtî rave dike.   Em ê di rêzenûçeyek din de cih bidin ka navenda Qamişloyê çawa tê birêvebirin, tevî hemû zehmetiyan jiyana nû çawa tê rêxistinkirin û pirsgirêkên wê çi ne. Lêbelê, di der barê rewşa giştî ya Qamişlo û bajarên derdora wê yên ku me di dema festîvalê de derfet dît ku bibînin, pêwîst e em çend xalan bînin ziman.   ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAIŞ’Ê METIRSIYEK MEZIN IN   Metirsiya herî mezin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ne. Piştî rizgarkirina Reqayê jî, gelek DAIŞ’î li herêmê belav bûne. Her çend Qamişlo, Hesekê, Dêrik û Kobanê ewletir bin jî, hebûna DAIŞ’ê li gundewarên bajarên din didome. Li gorî agahiyên ji rayedarên Rêveberiya Xweser hatine bidesxistin, di nava mehekî de bi kêmanî 10 şervanên QSD’ê di êrişan de şehîd bûne.   Li navendên Reqqa û Dêrazorê û herwiha li deverên çolter, DAIŞ’î sûîkastên curbecur pêk tînin. Yek ji wan deverên ku DAIŞ herî zêde lê çalak e, deştên çolterr ên di navbera rêyên Hesekê-Reqqa û Reqqa-Kobanê de ne. Ji ber vê yekê, rêwîtiya li van deran bixeter e.   RÊYÊN HERÎ BIXETER   Tu astengî an xaçerê li ser rêya Hesekê-Reqqa tune ne. DAIŞ’î li cihên nêzîkî rêya Reqayê bi motorsîkletan digerin û sûîkestan dikin. Herwiha li kêleka rêyan xwe vedişêrin û êrişî hin wesayîtan dikin.   Xetereyek bi vî rengî li ser rêya di navbera Reqqa û Kobanê de jî heye. Tê gotin ku DAIŞ’iyên vir, bi gelemperî ji aliyê Serêkaniyê ya ku di bin kontrola komên paramîlîter ên bi ser Tirkiyeyê ve ne, tên û êrişên bi vî rengî pêk tînin.   Cihên ku êriş lê tên kirin, ne tenê bi van deran sînordar in. Li gundewarên van herêman gelek niştecih hene. Nuqteyên kontrolê yên van niştecihan, gelek caran rastî êrişan tên. Herwiha li navenda bajarê Reqayê jî êrişên bombeyî û sûîkast çêdibin. Di saetên êvarê de ev êriş zêdetir dibin.   Li ser rêya Hesekê-Reqqa xetereyek din jî heye. Li hin deverên ku DAIŞ ne çalak e, bi taybetî di saetên êvarê de rêbir di liv û tevgerê de ne. Hin kom rê qut dikin, dest datînin ser wesayîtan an jî talanê dikin.   Bi zêdekirina çavdêriyê ya HSD’ê li ser van rêyan, hem hebûna DAIŞ’ê hem jî bûyerên rêbirînê di van salên dawî de kêm bûne, lê bi temamî ji holê ranebûne.   MEKANÎZMAYA AVAKIRINÊ: KOMUN   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberî di destê gel de ye. Komun û meclîs biryarên der barê herêmê de digirin. Li her bajarekî hem meclîs hene hem jî komun. Şaredarî jî bi koordîneya meclîs û komunan tevdigerin. Ji hemû pêkhateyan nûner di rêveberiyê de cih digirin. Herwiha meclisên cuda yên Ermen û Suryanan jî hene. Wekheviya temsîliyetê (wek hevserokatî) di astên rêveberiyê de rêgezek e, nayê guhertin, rêxistinbûnên taybet ên jinan û ciwanan jî hene.   Li taxan komunên li ser bingeha pêwîstiyan hene. Herwiha her saziyeke ku di warê çand û hunerê de kar dike, wekî komunekê tevdigere. Hemû dahat û lêçûn hevpar in. Mezaxtinek li ser bingeha pêwîstiyê heye. Mînak, hûn dixwazin fîlmekê çêbikin; hûn serî li Komuna Fîlman a Rojava didin û bi awayekî kolektîf dikarin fîlma xwe çêbikin. Ji derhênerê wê yê herî "navdar" heta kameraman û lîstikvanên wê, her kes dikare beşdarî vê xebata kolektîf bibe. Tenê şert ew e ku senaryoya fîlma ku tê xwestin were kişandin, pîvanên exlaqî bihewîne; tundiya li ser jinê rewa neke, pesnê kapîtalîzmê nede û cudahiyên civakê dûr biçûk nîşan nede...     Rewşên bi vî rengî ji bo komunên din jî derbasdar in. Di pergalên ku kapîtalîzm lê serdest e, dema ku karek were kirin, peyva yekem a ku ji dev derdikeve "pere" ye, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewş berevajî ye. Gelo her karekî ku tê xwestin, bi asta tê xwestin tê kirin? Bêguman, ji ber şert û mercan ev ne pir pêkan e. Lêbelê, dikare bê gotin ku hewldana herî zêde ji bo kirina wê tê dayîn.   BERMAHIYÊN REJÎMA KEVIN   Mirov dikare bibêje ku li hin waran adetên ji rejîma kevin mane hîn jî didomin. Edalet yek ji van mijaran e. Dikare bê gotin ku hîn jî hin qanûnên serdema rejîma Esed di hin darizandinan de wek referans tên girtin. Herwiha bi taybetî li bajarên ku Kurd lê zêde ne, tê gotin ku di zimanê darazê de hîn jî Erebî serdest e. Sedemên hin ji van rewşan hene; ji dêleva guhertina pergalê, hilweşandina wê bi temamî li hin qadan, pêkanîna pêvajoya derbasbûnê ya hevseng li qadên hestiyar, nediyariya derbarê statûya Rêveberiya Xweser de...   PEREYÊN DERBASDAR   Pereyên ku di serdema rejîma Esed de hatine çapkirin, hîn jî pereyên sereke yên welêt in. Li gel vê yekê, li hin qadan dolar jî tê bikaranîn. Pereyê herî mezin ê welêt 5 hezar Lîre ye. Ev jî bi qasî nîvê dolarekî ye. Ji ber vê yekê, divê hûn bi desteyek peran bigerin. Heke hûn derkevin danûstandinê, dibe ku hûn neçar bimînin ku çenteyekî bi pereyan bi xwe re bigerin.   PERGALA TRAFÎKÊ: DIVÊ HÛN HEMÛ ÎHTÎMALAN BIGRIN BER ÇAVÊN XWE   Li bajarên Sûriyeyê û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lembeyên trafîkê tune ne. Li cihên hene jî kes guh nade wan. Ji ber vê yekê, divê hûn hemû îxtîmalan bigrin ber çavên xwe. Dibe ku li pêşberî we wesayîtek bê ronî an ajokarek motorsîkletê derkeve, divê hûn texmîn bikin ku li ser rê çend çal hene an divê hûn bifikirin ku her kêlî kesek ji peyarê dakeve rê. Di heman demê de, divê hûn hemû awêneyan bi hev re kontrol bikin. Ger hûn li ser rêyeke tarî bin, divê hûn her kêlî îxtîmala ku hûn xwe di bin erebeyekê de bibînin bigrin ber çav.     Lêbelê, tevî van hemûyan jî, ne kes li ser kesî diqîre ne jî heqaretê dike. Dema ku rewşeke li dijî qaîdeyên trafîkê yên xwezayî çêdibe, car caran hûn dikarin dengên kornayan bibihîzin. Ji bilî wê, mirov dikare bibêje ku herka trafîkê ya ku her kes jê razî ye heye.   CIHÊN HERÎ 'BIQÎMET'   "Şehîdgeh", cihên ku kesên di dema Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane lê hatine definkirin, xwedî girîngiyeke mezin in. Ew yek ji wan cihên herî paqij, rêkûpêk û parastî yên her bajarekî ne. Li ser keviran, ji bilî agahiyên nasnameyê, wêneyên hemû şervanên ku jiyana xwe ji dest dane hatine neqşandin. Her goristanek jî berdêleke mezin temsîl dike. Mirov dikare rastî şervanên ji hemû bajar û navçeyên çar parçeyên Kurdistanê were. Herwiha gorên şervanên enternasyonalîst ên ji gelek welatên cîhanê jî hene.     Her ziyaretvanek, her şervanekî wekî xizmê xwe dibîne; bi ser gorên hemû şervanan re yek bi yek digere, hêsirên xwe dirijîne û kevirên goran maç dike.   PIŞTGIRIYA MEZIN JI BO OCALAN Û PÊVAJOYÊ   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem rêveber û hem jî gel çav û guhên wan li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin. Heta ku ev rewş ji gotûbêjên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de zêdetir tê nîqaşkirin û di rojeva gel de ye. Sedema vê yekê ew e ku pêvajo û paşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev ve girêdayî tên dîtin. Baweriya bi Abdullah Ocalan tam e, piştgiriya ji pêvajoyê re mezin e.   Nêrîna ku serkeftina pêvajoyê dê bandoreke erênî li Tirkiyeyê û herwiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, berbelav e. Mafdar in jî. Ji roja ku pêvajo dest pê kiriye, êrişên fîzîkî yên li ser herêmê kêm bûne. Rojeva mirovan zêdetir li ser avakirina paşerojeke baştir e.   Daxuyaniyên bigef ên rayedarên Tirkiyeyê dibin sedema nerazîbûnan, lê daxwaza her kesî peydakirina aştiyeke mayînde û çareseriyê ye.   MA / Azad Altay