Hevserokê Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin 2025-12-04 09:06:22   STENBOL - Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak, diyar kir ku ew li bendê ne piştî qanûnên veguhêz, qanûnên demokratîkîbûnê bên derxistin û got, piştî rapore komisyonê ew ê rêze xebatan bikin.   Pêvajoya ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkîbûna Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, didome. Di vê çarçoveyê de, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclisê hat damezrandin, di 24’ê Mijdarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anî. Bi vî awayî Komisyonê li hemû aliyan guhdarî kir. Her çiqas tê payîn ku komîsyonê pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Meclisê bike jî, nîqaş li ser dem û şêwaza qanûnên yekpare û veguhêz ên ku dê werin amadekirin, berdewam dikin.   Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, qanûnên veguheziyê, entegrasyona demokratîk û gavên ku divê bên avêtin nirxand.   Çakmak, diyar ki rku qanûnên veguheziyê wekî qanûnên entegrasyonê tên pênasekirin û ev tişt got: “Ev pênase gavên ku di dema normalîzebûna pêvajoyê de tên avêtin, dihewîne. Ev pênase verastkirinên der barê jiyana PKK'iyan a piştî çiyê de, ku dê çi biqewime dihewîne. Ji vegera welat bigire heta guhertinên hiqûqî yên der barê dozên wan ên heyî de. Di heman demê de, ew guhertinên der barê girtiyên siyasî yên niha, girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û girtiyên nexweş de jî dihewîne. Heke em vê yekê wekî pêvajoyek aştiyê pênase bikin, wekî pêwîstiya pêvajoyê, di çarçoveya aştiya ku dewlet dê bi PKK’ê re bike de, êdî divê girtiyên PKK’î di girtîgehan de nemînin.”   HIQÛQA YEKPARE    Çakmak, qala têgeha "hiqûqa yepare" ya Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû: “Têgeha hiqûqa yekpare, hewce dike ku mesele bi tevahî were nirxandin. Ev mesele bi guhertinên hiqûqî yên parçekirî nayê çareserkirin. Rêya çareserkirina vê yekê bi nêzîkbûna berfireh a li ser meseleyê ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de divê têgeha yekpare di warê hiqûqê de jî bê afirandin. Pêwîst e guhertinên bingehîn jî di vê çarçoveya yekpare de bên nirxandin. Guhertinên parçekirî meseleyê çareser nakin. Mînak, bi guhertinek der barê girtiyên siyasî de, a pêwîst ne berdana wan e, lêbelê pêwîst e ku li sedema bingehîn a pirsgirêkê bê nihêrîn û bi awayekî yakpare nêzîkî wê bibin û li gorî wê çareseriyê bibînin.”   BI ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK DÊ ÇI ÇÊBIBE?   Çakmak, destnîşan kir ku bi entegrasyona demokratîk re dê Kurd bi xwebaweriyeke zêdetir bijîn û girêdana xwe ya aîdiyetê hest bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwîst e entegrasyona demokratîk, wekî vegerandina pozîsyona Kurdan, ku yek ji hêmanên damezrîner ên komarê ne, bê nirxandin. Destûra Bingehîn a 1921’an qanûnek damezrîner bû û Kurdan înkar nedikir. Çavkaniya vê yekê hebûna du gelan bû ku di Şerê Rizgariyê de bi hev re têkoşiyan û êdî divê ev her du gel wekhev xwedî hemwelatiyê bin û di gel vê yekê xwediyê mafê rêveberiya wekhev bin. Lêbelê, di hemû destûrên bingehîn ên sala 1924’an û heta îro berdewam kirine de, ev mesele li ser înkarê hatiye avakirin. Her çend em îro qala pêvajoyê bikin jî, divê em bibînin ku hîn înkarek heye û xebatek ji bo rakirina înkarê tê meşandin. Di vê mijarê de, divê nasnameya Kurdan, ku yek ji stûnên sereke yên komarê ne, li beramberî hiqûqê bê misogerkirin. Piştî ku ev yek pêk hat, mirov nikarin nêzî entegrasyonê bi şêweyekî asîmîlasyonê bibin. Kurd, entegrasyona demokratîk qebûl dikin, bi wê armanca sîstemeke demokratîk, ne sîstema kapîtalîst a heyî, dê berdewam bike û bi îradeya têkoşîna xwe didin nîşandan.”   QANÛNÊN DEMOKRATÎKÎBÛNÊ   Çakmak, rave kir ku divê di çarçoveya qanûnên veguheziyê de, lêpirsînên li dijî PKK’iyan bên rakirin û înfazên girtiyên di girtîgehan de bên rawestandin. Herwiha destnîşan kir ku divê dewlet gavên wekî berdana girtiyên nexweş û ji nû ve biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê binirxîne û got: “Dema ku qanûnên veguheziyê bi dawî bibin, divê mirov li bendê be ku gavên demokratîkîbûnê yên der barê nasnameya hiqûqî ya Kurdan de bên avêtin. Gava yekem a pêvajoyê qonaxa amadekariya muzakereyan bû, paşê qonaxa muzakereyan û li vir Komîsyona Meclisê hate damezrandin. Piştî ku Komîsyona Meclisê çû û li Îmraliyê bi rêzdar Ocalan re hevdîtin kir, êdî divê qanûnên veguhêz bên avakirin. Piştî van jî, em li bendê ne ku qanûnên demokratîkîbûnê dest pê bikin. Em dikarin van wekî qanûnên ku nasnameya hiqûqî ya Kurdan esas digirin û maf û azadiyên bingehîn ên Kurdan di çarçoveyeke qanûnî û destura bingehîn de diparêzin, binirxînin. Wekî qanûnên demokratîkîbûnê; rakirina astengiyên li ser zimanê dayikê, verastkirina der barê qeyûman de, rakirina astengiyên li ser bikaranîna mafên demokratîk, rakirina îtirazên li ser Peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê û verastkirina xala 66'an a Destûra Bingehîn ku pênaseya hemwelatiyê vererast dike, dikarin bên jimartin.”   ‘BI HEZARAN KES DÊ JI ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ SÛD WERBIGIRIN’   Çakmak, bi bîr xist ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de "mafê hêviyê" jî tê nîqaşkirin û di vê mijarê de biryara "binpêkirinê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye û destnîşan kir ku divê bi guhertineke hiqûqî "mafê hêviyê" bê bicîanîn. Çakmak wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê rêzdar Ocalan, bi hezaran girtî dê ji 'mafê hêviyê' sûd werbigirin. Bi vî awayî berdana rêzdar Ocalan dikare bê misogerkirin. Pêwîst e her kes bi hestiyarî nêzî vê pêvajoyê bibe. Em jî hem di warê hiqûqî de hem jî ji bo agahdarkirina raya giştî xebatan birêve dibin û dê bidomînin. Di vê çarçoveyê de, em di serî de li benda rapora komisyonê ne. Piştî raporê, hem pêşniyar û serlêdanên hiqûqî yên der barê pêvajoyê de, hem jî ji bo agahdarkirin û hestiyarkirina raya giştî em ê rêze xebatan bikin.”   MA / Omer Îbrahîmoglu