Tedawiya rojnameger Aykol didome 2025-12-03 15:53:47   ENQERE - Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin, bi antîbiyotîkên nû didome.    Rojnameger Huseyîn Aykol dema di 14’ê Cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çû ser mejiyê Aykol û tedawiya wî li beşa çavdêriya awarte didome. Ji ber ku di cergê Aykol de pirsgirêk derket, tedawiya wî niha bi antîbiyotîkên nû didome.   Bijîşkan got ku rewşa Aykol stabîl e.