Sûdanî û Tom Barrack civiyan 2025-12-01 11:23:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Taybet DYA’yê yê Sûriyeyê Tom Barrack bi Sûdanî re civiya.    Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî li Bexdayê bi Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) yê Sûriyeyê Tom Barrack re civiya.     Hate ragihandin ku di hevdîtinê de alî li ser rewşa Iraqê û piştgiriya Iraqê ya ji bo aramiya Sûriyeyê axivîn.   Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku di mijara pirsgirêkên herêmî de nêrîn hatin parvekirin û Barrack destnîşan kiriye ku di mijara berjewendiyên hevpar ên Iraqê de Barrack dikare bi roleke girîng rabe.