Papa 14. Leo li Stenbolê ye 2025-11-28 19:32:33   STENBOL - Papa 14. Leo ku li Îznîkê ayînê bi rê ve bir, piştî ayînê bi helîkopterê derbasî Stenbolê bû.    Serokê Dewletê yê Vatîkanê û serekê Dêra Katolîkê Papa 14. Leo ku bi helîkopterê ji Îznîkê derbasî Stenbolê bû, li Balafirgeha Ataturkê daket. Papa ku bi konvoy û tedbîrên ewlehiyê ji balafirgehê derket, di çarçoveya bernameya Tirkiyeyê de li Îznîk a Bûrsayê ayînê bi rê ve bir. Papa, piştî ayînê careke din bi helîkopterê hat Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê, derbasî Katedraliya Saint Esprit a li HArbiyeyê bû.