Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin 2025-11-16 11:45:58   RIHA - Li Rihayê zarokekî 15 salî yê li kargehekê de dixebitî, ji hêla xebatkarên kargehê ve hate derbkirin. Zarok, bi giranî birîndar bû.    Li navçeya Hewagê ya Rihayê zarokekî 15 salî ku li atolyeya merengozê dixebitî, ji hêla xebatkarên kargehê ve hate derbkirin. Zarokê bi giranî birîndar bû, rakirin beşa çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê.    Piştî giliyê malbata zarokî, kesê bi navê Habîp A. hate binçavkirin. Faîlê ku sewqî dadgehê hate kirin, piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hate berdan.