Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe 2025-11-14 09:38:03 MÊRSÎN – Dayikên Aştiyê, piştgirî dan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û gotin: "Aştî yekalî nabe. Ji bo ku aştî pêk were, divê Rêberê me azad be."   Piştî biryara PKK'ê ya ji bo fesixkirin û çekdanînê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd di 26'ê Cotmehê de ragihand ku ew hêzên xwe li dijî pevçûn û provokasyonên gengaz vedikişîne. Bi vî awayî pêvajo ket qonaxa xwe ya duyemîn.Yek ji derdorên ku ji destpêka pêvajoyê ve piştgirî didin pêvajoyê, Dayikên Aştiyê ne.   ‘BILA ÊDÎ DAYIK NEGIRÎN'     Dayika Aştiyê Bezo Oruçê diyar kir ku ew wekî Dayikên Aştiyê dixwazin pêvajoya ku hatiye destpêkirin bi aştiyê bi dawî bibe û helwesta dewletê rexne kir û got: "Divê dewlet jî bersiva gavên hatine avêtin bide. Yek ji gavên ku divê werin avêtin azadiya Rêberê me ye. Azadkirina girtiyên nexweş. Bi hezaran cenazeyên kesên ku mîna keça min di şer de jiyana xwe ji dest dane û nehatine vegerandin hene. Keça min jî yek ji wan e. Keça min Zehra Oruç di sala 2016'an de li Sûrê şehîd bû. Cenazeyê wê bi salan nehat dayîn.  Ez dixwazim cenazeyên kesên ku winda bûne ji malbatên wan re werin vegerandin. Divê êdî dayikên gerîla an dayikên leşkeran negirîn. Bila aştî çêbe."   ‘DIVÊ HER KES JI BO AŞTIYÊ BIXEBITE'      Bezo Oruçê diyar kir ku ew wekî Dayikên Aştiyê amade ne ku ji bo aştiyê çi hewce be bikin û got: "Ger pêwîst be, ez ê ji bo aştiyê li dijî bombeyan bibim mertaleke zindî. Ez ji mirinê natirsim. Divê her kes, ji 7 heta 70 saliyê ji bo aştiyê bixebite. Ji bo ku aştî pêk were, divê Rêberê me azad be. Bêyî azadiya Rêberê me, aştî çênabe."   'TEVÎ TECRÎDÊ JÎ TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ DIDOME'      Tenzile Baydarê diyar kir ku tevî Abdullah Ocalan 27 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye jî têkoşîna ji bo aştiyê didome û got: "Rêberê me vê pêvajoyê daye destpêkirin û em dixwazin her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Em jî dixwazin bi azadî bi zimanê xwe biaxivin."   Tenzîle Baydsarê bilêv kir ku ji bo aştî pêk bê ew dixwazin Abdullah Ocalan di nava wan de be û got: "Aştî yekalî nabe. Her tim gelê kurd gavan davêje, êdî divê dewlet jî gavan bavêje."    Zeynep Aslanê jî destnîşan kir ku ew dixwazin ev pêvajo bi aştiyê bi dawî bibe û got: "Aboriya Tirkiyeyê ji bo vî şerî çû. Ji ber ku aborî ji bo bombeyan hat xerckirin, tiştek nemaye. Rêya rastkirina aboriyê aştî ye. Gava aştî çêbibe ev dê bi kêrî her du gelan jî bê. Tenê Trikan vê dewletê ava nekir, Kurdan jî ew ava kir. Lê çima zimanê Kurdan qedexe ye? Ji bo aştî çêbibe divê hevdîtin bi Rêbertiyê re bê kirin."     MA/ Mehmet Guleş-Abdulkadîr Ayten