Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû 2025-11-07 15:34:11   ENQERE- Danişîna doza faîlên êrişa nîjadperest a ku tê de Delal Gencerê jiyana xwe ji dest dabû, ji ber “betlane” ya serokê şandeya dadgehê taloq bû.    Danişîna doza Hazal Delal Gencer a ku li Polatli ya Enqereyê ji ber Kurbûna xwe ji aliyê cîranên xwe ve bi êrişên faşîst hatibû qetilkirin û hevjînê wê Vedat Gencer birîndar bûbû, li Dadgeha Cezayê Giran a Polatli hat lidarxistin. Danişîna ku Hasan Kamiş ê ku Delal Gencer qetilkiribû û ji ber sûcên “bi zanebûn qetilkirina jinê”, “teşebusa kuştina mirov” û hevjîna wî Meryem Kamiş a ku bi sûcê “teşwîqkirinê” tê darizandin, di danişîna biryarê de ji ber “betalene” ya serokê şandeya dadgehê taloqî 12’yê Mijdarê bû.     Di danişîna berê de ji ber xwîn çûbû ser mêjiyê bersûc Meryem Kamişê, kontrola wê ya edlî hatibû rakirin.