Civîna komisyona meclisê bi dawî bû 2025-10-30 18:43:58   ENQERE - Civîna komîsyona meclisê ya 16'an ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hatin guhdarkirin bi dawî bû. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû.   Di civîna 16'an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hatin guhdarkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Di civînê de ewil Hakan Fîdan hat guhdarkirin û piştre jî Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hat guhdarkirin.    Civîn 7 saetan dewam kir.