Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike 2025-10-30 13:34:41 ENQERE - Zanyarê Siyasetê Eren Aksoyoglû, diyar kir ku siyaseta Abdullah Ocalan li Meclisê bike pêwîstiyeke pêvajoyê ye û got: “Heke Meclis giraniya xwe nîşan bide; diviyabû Abdullah Ocalan bianiya Enqereyê, Meclisê. Di vê pêvajoyê de peywir dikeve ser milê sosyal demokratan.”    Zanyarê Siyasetê Enes Aksoyoglû, têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û biryara vekişîna ji Tirkiyeyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd axivî. Aksoyoglû, diyar kir ku gav yekalî tên avêtin û got: “Bêguman tiştên divê Enqere jî bike hene. Divê gavan biavêje lê Enqere di vê mijarê de di tariyê de ye. Heman helwesta salên 90’î yên saziyên dewletê didome. Her ku îktîdara AKP’ê daxilî pêvajoyê dibe hin pirsgirêkên rojane derdikevin holê. Ev jî pirsgirêk e. Di qonaxekê şûnde li gorî min dê meseleyên têkildarî rêvebirina dewletê derkevin. Tevî vê jî divê pêvajo were domandin.”   ‘DIVÊ ZEMÎNA SIYASÎ BÊ AVAKIRIN’     Aksoyoglû, got ku ji bo mayindekirina aştiyê divê pêvajo domdirêj be û wiha domand: “Ya esasî ew e ku civak ji bo hemû pêvajoyan qebûl bike, zemîneke siyasî ya ji bo salên dirêj hatiye rêxistinkirin were avakirin. Li şûna weke helwestekî populîst yekser nîqaşan li ser destûra bingehîn û metnên zagonî were nîqaşkirin, divê rê û rêbaza rast were dîtin û civakê qaneh bikin. Nexwe civak dê îtîrazê bike. Ya rast ew e ku navenda civakî were avakirin û metnên destûra bingehîn weke encama wê bên pêşkeşkirin.”    ‘ENCAMÊN BIÇÛK BI XWE RE TÎNE’   Aksoyoglû, bi lêv kir ku komîsyona li Meclisê hêdî û bêçareserî pêş dikeve û got: “Beriya her tiştî divê zemînekê wê ya zagonî hebe. Nexwe komîsyon ji bilî çendek pêşniyaran, dê nekare tiştekî din bike. Li aliyan guhdarî dikin lê ev nakevin pratîkê. Îktîdar di komîsyonê de serwer e û nahêle fikrên pir cuda derkevin holê. Dema mirov ji vî alî ve lê dinêre jî dibîne ku komîsyon tenê ji hêla şiklî ve heye. Tevî pratîka Meclisê û hemû aliyan jî encamên pir biçûk bi xwe re tîne. Divê ev rewş biguhere. Baskekî din ê vê rewşê jî raya giştî ye. Em xebatên komîsyonê tenê ji girtekan dişopînin. Destûrê nadin raya giştî bi berfirehî nîqaş bike. Alî jî neçar dimînin ku bi awayekî li dijî xwe otosansurê bikin.”    ‘RIZÎBÛNEKÎ CIVAKÎ HEYE’   Aksoyoglû, diyar kir ku yek ji pirsgirêka esasî ew e ku destûra bingehîn bi qasî tê xwestin azadîxwaz nîne û wiha pê de çû: “Civak jî zêde li xwe nagire. Zagonên heyî, ji bo avakirina tehekûma li ser civakê hatine avakirin. Dînamîkeke civakî ku dibêje guherîn û veguherîninên metnên esasî yên destûra bingehîn dê 5 salên din ji Erdogan re diyarî bike. Rêya guherandin û veguherandina vê nîqaşê jî ew e ku ji bo teşedayîna pêvajoyên zagonî, pêvajoyên destûra bingehîn bên cîbicîkirin. Ji bo vê jî divê pêvajoyeke hemû aliyan hembêz dike bikeve dewrê. Lê hesasiyeta muxalefeta civakî ya Tirkiyeyê di vê mijarê de pir hesas e û li dijî Erdogan e. Li gorî min divê aktorên pêvajoyê, ji ewil navenda civakî ava bikin, bala wan li ser vê be û piştre jî li gorî encaman, li ser pêvajoyên destûra bingehîn û zagonî bisekinin. Nexwe pêvajo dê tenê veguhere diyarkirina pozîsyona Erdogan. Rêya xelasiya ji vê jî ew e ku hemû alî mitabiq bibin. Ji ber ku li Tirkiyeyê her wiha rizîbûneke civakî ya ji ber dewletê jî heye. Lewma em hêj li ser girtiyên nexweş, tecrîd û qeyûman diaxivin.”    ‘GIRANIYEKE MECLISÊ NEMA’     Bi domdarî Aksoyoglû, bi lêv kir ku divê Abdullah Ocalan bikare di Meclisê de siyasetê bike û ev tişt anî ziman: “Bi gotineke ji Anatoliyayê vebêjim; kevir di cihê xwe de giran e. Lewma jî heke Meclis bixwaze giraniya xwe nîşan bide, wê demê divê Abdullah Ocalan were Enqereyê, bê Meclisê. Divê rê bê dayin ku endamên komîsyonê pirsan jê bikin. Bi vê yekê dê pratîkên ‘meclisa pîroz’ jî girîngtir bûna. Lê li şûna wê, bi daxwaza Kurtulmuş hewl didin şandeyekê bişînin Îmraliyê ku heta ev rêbaz jî hêdî pêş dikeve. Bi vî awayî jî tu giraniyeke Meclisê namîne. Lê hatina Ocalan a Meclisê dê bandoreke mezin li ser aliyan çêkiribûya.”   ‘PEYWIR DIKEVE SER MILÊ SOSYAL DEMOKRATAN’     Aksoyoglû, got ku di vê pêvajoyê de peywireke girîng dikeve ser milê sosyal demokratan û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ku komar, di sedsala xwe ya duyemîn de demokratîk bibe û xwedî pozîsyoneke azadîxwaztir be, hewceye hemû derdorên civakî bi Kurdan re xwedî peywendî bin. Lêbelê tevgera sosyal demokratan di vê mijarê de dûr disekine. Divê netirsin û xwedî li pêvajoyê derkevin. Ev dibe ku bi xwe re çareseriya pirsgirêka Kurd jî bîne. Berevajî baweriya heyî, sosyal demokrat ji neteweperestên muhafazakar ên li Tirkiyeyê xurtir in. Divê ev kom derkeve holê û seknekî zelal nîşan bide. Nexwe dê firsendên çareseriyê ji dest biçin. Bi tena serê xwe biryara çekberdanê û vekişandina hêzên rêxistinê ji Tirkiyeyê jî ji bo hêzên siyasî yên dixwazin Tirkiyeyê jinûve ava bikin, firsendekî zelal e. Divê sosyal demokrat xwedî seknekî xurtir bin.”    MA / Denîz Karabudak