Canpolat: Gava ewil azadiya Abdullah Ocalan e 2025-10-26 17:38:33 AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û got ku ji vir şûnde gava ewil a ku divê dewlet biavêje, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.    Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat têkildarî biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd axivî. Canpolat, diyar kir ku got ku ji vir şûnde gava ewil a ku divê dewlet biavêje, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Canpolat, wiha domand: “Avakerê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e. Lewma divê şertên wî azad bin. Divê bikare bi her kesî re hevdîtinan bike. Divê bikare modela komunal a dixwaze cîbicî bike, bi her kesî re parve bike. Di navberê de gelek qasid hene. Divê ew bi xwe bikare vebêje.”    'TEMÎNATA YASAYÎ ŞERT E’    Canpolat, destnîşan kir ku di serî de girtiyên nexweş divê dewlet di gelek mijaran de gavan biavêje û wiha domand: “Hewce dike ku ev gav tavilê bên avêtin. Ma Kurd û Tevgera Kurd êdî dê çi gavê biavêjin? Hemû gav jî bi fedkarî hatin avêtin. Em geşedan û agirê li Rojhilata Navîn jî dibînin. Tekane rêya parastina Kurd, Tirkan a ji vî agirî serkeftina pêvajoya aştiyê ye. Ji bo vê jî her kes divê tişta ji dest tê bike. Di dawiya pêvajoyê de divê kesên li derve jî bên. Ji bo vê zemîna yasayî pêwîst dike. Lewma divê yasayên heyî bên guhertin. Bila mejiyê ‘bila werin têkevin girtîgehê’ nêz nebin. Hewceye hêdî hêdî gavan biavêjin.”    MA / Rûkiye Payîz Adiguzel