Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li xweza û li çavkaniyên avê derkevin 2025-10-17 13:25:46   AMED – Li Amedê ji bo parastina çavkaniyên avê, edaleta ekolojîk û parastina mafê gelan ê avê Forûma Avê ya Mezopotamayayê dest pê kir. Di forûmê de banga “Em xwedî li xweza û li çavkaniyên avê derkevin” hat kirin.    Li ser banga Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê, Şaredariya Bajê Mezin a Amedê, Kampanyaya Jiyîn a Dîcleyê, Komeleya Ekolojiyê ya Wan û Mêrdînê, Lijneyên Kordînasyona Herêmî ya TMMOB’ê hinek saziyên Sûriye û Iraqê Forûma Avê ya Mezopotamyayê (MSF) dest pê kir. Ji bo parastina çavkaniyên avê, edaleta ekolojîk û parastina mafê gelan a avê 2’yemîn Forûma Avê ya Mezopotamayayê dest pê li Navenda Çandamedê ya li Amedê dest pê kir. Forûma ku dê 3 rojan bidome gelek rêxistinên civaka sivîl, tevgerên ekolojiyê, lêkolînerên aktivîst, nûnerên partiyên siyasî û rojnamevan beşdar bûn.   Axaftina destpêkê endamê Komîteya Amedekariyê Fatîh Şahîn kir. Şahîn diyar kir ku forûmê bal bikşîna ser texrîbatên ekolojîk ên çemên Dîcle, Firat û Gola Wanê.    ‘AV NE ÇEK E’   Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn axivî. Hatûn, diyar kir ku av ne çek e û divê li dijî vê yekê têkoşîn bê dayîn û ev tişt got:”Me di foruma yekemîn de got ‘av ne çek e’ û ev bû dirûşme. Di şes salên dawî de gelek li ser xweza û avê lîstin; lêbelê hêj jî avê wek çek bikartînin. Destpêka mirovahiyê Mezopotamya ye. Mezopotamya keleha kedê ye. Îro, av vê rolê bi cih tîne.”   ‘PIRSGIRÊKA AVÊ KÛR DIBE’   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, diyar kir ku di pergala kapîtalîst de pirsgirêka avê her diçe kûr dibe û wiha axîvî: “Erka me ya yekemîn li dijî êrişên kapîtalîzmê parastina çavkaniyên me yên avê ye. Ger em bi tifaq bin em bawer in ku em ê karibin xweza û çavkaniyên avê xilas bikin. Em bangî hemû derdorên welatparêz û demokratîk dikin: Em xwedî li çavkaniyên avê derkevin. Di vê çarçoveyê de em ev forûm xizmeteke mezin dike.Ev yek hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê siyasî ve girîng e. Akedemîsyen, aktivîst û lêkolîner ji bo pirsgirêka avê gotûbêj bikin li vir civiyane.”   ‘AV JI BO HEMÛ EKOSÎSTEMÊ PIR GIRÎNG E’   Endama Tevgera Ekolojî û Avê ya Mezopotamyayê Derya Akyol, got: “Av ne tenê ji bo mirovan herwiha ji bo hemû ziniyan çavkaniya jiyanê ye. Berdewamiya ekosîstemê bi avê ve girêdayî ye. Pêşeroja mirovahiyê bi jiyana hevsen a bi xweza û parastina çavkaniyên avê ve pêkan e.”    Civîna 2’yemîn a forûmê bi awayeke ji çapemeniyê re girtî, didome.