'Tirkiye vegera penaberan asteng dike' 2025-10-17 10:12:13 RIHA - Bi Peymana 10'ê Adarê hatibû teahudkirin ku penaber bi awayekî ewle vegerin warê xwe. Lê çendî gelek dem di ser peymanê re derbas bûye jî, rêveberiya Şamê hê jî tiştek nekiriye. Berpirsê Têkiliyên Derve yê Komîteya Koçberiyê ya Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku Tirkiye rê li ber vegera penaberan digire.   Tirkiyê di 8'ê Çileya 2018'an de êrişî Efrîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di 9'ê Cotmeha 2019'an de jî êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir. Êrişan bi sed hezaran kes neçar kirin ku ji warên xwe derkevin û li herêmên din penaber bin. Peymana 10'ê Adarê ku di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û HSD'ê de hat îmzekirin teahud kir ku penaber bi awayekî ewle vegerin warê xwe. Lê çendî gelek dem di ser peymanê re derbas bûye jî, rêveberiya Şamê hê jî tiştek nekiriye. Ev yek bûye cihê bertekan. Berpirsê Têkiliyên Derve yê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku her çend Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê li herêmê hebûna xwe hîn jî didomînin, ev kom yek ji astengiyên vegera ewle ne.   'SÛCÊN ŞER HATIN RAPORKIRIN'   Îso diyar kir ku Tirkiyeyê di sala 2019'an de bi armanca valakirina Serêkaniyê dest bi êrişan kiriye û got: "Wekî komîte, me sûcên şer ên li vir hatine kirin rapor kirin. Di encama êrişan de, ji sedî 85'ê nifûsa herêmê neçar ma ku ji vir derkeve. Tenê 44 kes li Serêkaniyê mabûn. Zêdetirî 6 hezar û 500 mal ji aliyê komên çekdar û malbatên wan ve hatin desteserkirin. Dagirkirin, êriş û komkujiyên li vir heta roja îro jî berdewam dikin. Em ne tenê vê yekê dibêjin. Gelek rêxistinên mafên mirovan jî bi raporên xwe vê rastiyê piştrast dikin."   'SOZ NEHATIN BICIHANÎN'   Îso diyar kir ku êrişên li ser Serêkaniyê piştî hilweşandina rejîma Esed di 8'ê Kanûna 2024'an de berdewam kirine û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê soz dabû ku pirsgirêkên penaberan çareser bike lê soza xwe bi cih neaniye. Îso diyar kir ku ji bo misogerkirina aramiya li Sûriyeyê, pêdivî ye ku pirsgirêka penaberan bi awayekî cidî were çareserkirin û got: "Divê li ser vê mijarê bê sekinandin. Biryarên siyasî yên li Şamê di bin kontrola dewleta Tirkiyeyê de ne. Ehmed El-Şara berî Peymana 10'ê Adarê gelek soz der barê penaber û kampan de dan. Wî soz da ku penaber dê vegerin malên xwe, lê yek ji wan jî nehat bicihanîn."   'PÊKANÎNA XALA 5'AN TÊ ASTENGKIRIN'   Îso bi bîr xist ku li gorî xala 5'emîn a Peymana 10'ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Şara de hatiye îmzekirin, divê hikûmeta veguhêz tedbîran bigire da ku vegera ewle ya penaberan ji bo warên wan misoger bike. Îso got: "Pêdiviyên vê xalê nehatine bicîhanîn ji ber ku ew li gorî berjewendiyên dewleta Tirkiyeyê nîne. Bicîhanîna vê xalê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tê astengkirin. Ji ber vê yekê hikûmeta Şamê xwe paşve kişandiye. Divê em ji bîr nekin ku ziman û pereyê tirkî li Serêkaniyê, Girê Sipî û deverên derdorê tên bikaranîn. Bi awayekî, ev herêm ji Sûriyeyê hatiye girtin û bi Tirkiyeyê ve hatiye girêdan. Wek Komîteya Penaberan a Serêkaniyê, me du roj berê bi birêz Mazlûm Ebdî re civînek fermî li dar xist. Mazlûm Ebdî diyar kir ku HSD ji bo bicihanîna xala 5'emîn a peymanê dixebite, lê wî her wiha diyar kir ku gelek astengiyên siyasî li pêşiya vê yekê hene."   'ÎRADEYA HIKÛMETA ŞAMÊ TUNE YE'   Îso diyar kir ku Tirkiye armanc dike demografiya herêmê biguherîne û got: "Siyaseta Tirkiyeyê armanc dikir ku li Efrîn û Serêkaniyê û her wiha li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guhertina demografîk pêk bîne. Wan dixwest van bajarên ku piraniya wan kurd in vala bikin. Wekî ku min got, hemû biryarên siyasî yên li Şamê di bin bandora Tirkiyeyê de ne. Ji ber vê yekê pêkanîna xala 5'emîn ku penaberan eleqedar dike, tê astengkirin. Sedemeke din jî ew e ku hikûmeta Şamê amade nîne ku peymanê bicîh bîne. Ew bi tevahî di bin bandora hikûmeta Tirkiyeyê de ne û îradeyek tune ku biryaran bide. Li Serêkaniyê û Girê Sipî tu hêzek bi hikûmeta Şamê ve girêdayî tune. Ev herêm ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve dîl tên girtin. Her wiha wekî çekekê tên bikaranîn. Ew dixwazin li Sûriyeyê polîtîkayên ku li gorî polîtîkayên wan in bişopînin. Ew naxwazin nifûsa penaberan û kamp bi dawî bibin, ne jî dixwazin ku mirov vegerin malên xwe."   Îso destnîşan kir ku piştî êrişan nêzîkî 170 hezar kes li Serêkaniyê neçar mane ku koç bikin û wiha domand: "Nêzîkî 55 gundên Serêkaniyê bi tevahî hatin valakirin. Zêdetirî 6 hezar û 500 xanî di bin kontrola komên çekdar de ne. Nêzîkî ji sedî 99'ê erdên çandiniyê ji aliyê van koman ve hatine desteserkirin. Li gorî raporên ku me amade kirine, çarenûsa 75 kesan ji gundên derdora Serêkaniyê hîn nayê zanîn. Em bawer dikin ku hin ji wan li Tirkiyeyê ne. Hikûmeta Demkî heta niha ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tu gav neavêtiye. Di demên dawî de, wan hewl da ku milkên dagirkirî yên li Serêkaniyê bi awayekî hiqûqî bikirin. Gelê me yê ku li kampan dijî li dijî vê yekê derket û nexwest mal û milkên xwe bifroşin. Peymana 10'ê Adarê mifteya çareserkirina gelek pirsgirêkên penaberan bû."   BÊDENGIYA NY'Ê   Îso diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bi bêdengiya xwe ya li hember sûcên li Sûriyeyê hatine kirin sûc dike û got: "Ew dikarîbûn pêşî li êrişên leşkerî bigirin. Dema ku dewleta tirk sînorên dewleteke din binpê kir û xelkê xwecihî yê li wir dijîn neçar kir ku koçber bibin, ew bêdeng man. Ev sûcekî giran e. Heta niha, wan tu piştgiriyek madî û manewî nedaye penaberên ku li kampan dijîn. Ji bilî Rêveberiya Xweser û çend komeleyan, kesî piştgirî nedaye penaberên ku li vir dijîn. Deriyê sînor ê Til Koçer hîn jî girtî ye."   Îso bal kişand ser armancên Tirkiyeyê yên li herêmê û got: "Ew li bendê ne ku HSD çekên xwe radest bike, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî hikûmeta Şamê bibe û bikeve bin kontrola Tirkiyeyê. Ew plan dikin ku HSD'ê tevlî Artêşa Sûriyeyê bikin. Ew dixwazin careke din me ji wir derxin."   Îso anî ziman ku Tirkiye bi propagandaya bêçekkirina HSD'ê Peymana 10'ê Adarê xera dike û got: "Ji bo pêşeroja gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo aştî û aramiya li Sûriyeyê du tişt pêwîst in. Ya yekem, divê rêveberiya Sûriyeyê were nûkirin û ji bo pêşeroja me bi hevpeymaniya hemû gelan şêweyekî nû yê rêveberiyê were destnîşankirin. Ya duyemîn, divê pirsgirêka penaberan li Sûriyeyê were çareserkirin. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, heta ku gelê me venegere warê xwe û heta ku kesek jî di konekî de bijî, li Sûriyeyê aramî nayê bidestxistin."   MA / Sema Bîngol