‘Agirbesta’ li Xezeyê bi awayekî fermî kete meriyetê 2025-10-10 13:38:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê ragihand ku agirbesta li Xezeyê ji saet 12.00'ê ve ketiye meriyetê.    Artêşa Îsraîlê ragihand ku agirbesta li Xezeyê saet di 12.00’an de ketiye meriyetê. IDF'ê ragihand ku di çarçoveya peymana bi Hamasê re de ku ji bo berdana dîlgirtiyan hatiye çêkirin, leşkerên xwe vekişandine nuqteyên hatine erêkirin.   Di daxuyaniya artêşê de wiha hate gotin: “Di saet 12.00’an de yekîneyên IDF’ê ji bo berdana dîlan û agirbestê divê vegerin nuqteyên ku hatine erêkirin.”   Tê payîn ku Hamas di nava 72 saetan de, heta roja Duşemê danê nîvro ji 48 dîlên di destê wan de 20'ên dijîn berde.