Jin li Amarayê ne: Meşa me ya dîrokî dê encam bigire 2025-10-03 11:12:28 RIHA - Jinên ku di meşa “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” a bi pêşengtiya TJA’yê de gihiştin Amarayê, gotin: “Meşa me heta azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan bidome.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” mê li dar dixin. Jinan, di roja sêyemîn a meşê de li navçeya Xelfetî ya Rihayê ber bi Amarayê ve meş li dar xistin. Jinan, xwe gihandin mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li gundê Amarayê.    Jin, di têketina gund de bi dirûşm û coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xizmên wî li pêşiya malê çalakvan pêşwazî kirin. Li baxçeyê malê postereke mezin ê Abdullah Ocalan hate daliqandin û jinan govend gerandin. Piştre jî daxuyanî hate dayin.    Mehmet Ocalan di daxuyaniyê de got: “Rêya we vekirî be. Ev meşa we meşeke pîroz e. Tevgera jin dê biçe Enqereyê û peyamê bide Meclisê. Dê ji bo Serok û hemû girtiyan peyameke girîng bidin.”    SILAV JI JINÊN ENTERNASYONEL RE ŞAND      Wekîla DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî got: “Di roja sêyemîn a meşê de em li xaka pîroz Amarayê ne ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd lê dest pê kiriye. Em, şehîdên Amarayê bi bîr tînin. Hêviya me ya îro ya ji bo aştî û wekheviyê, encama têkoşîna wan e. Em silavên xwe ji jinên enternasyonal re dişînin. Dê dengê wan bigihije armanca xwe. Dê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.”    Bi domdarî Bêrîtan Guneş Altinê got: “Gel, li benda azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan aliyekî aştiyê ye. Îro kî pêşiya azadî û aştiyê bigire, em dixwazin wan teşhîr bikin. Êdî divê ‘mafê hêviyê’ cîbicî bibe û birêz Ocalan azad bibe. Jin dê bi sekna xwe daxwazên xwe bidin qebûlkirin. Ev meşa me gavekî dîrokî ye. Dê encamê bi xwe re bîne. Û ev meşa me dê bi xwe re azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan bîne.”    Jinan, piştî daxuyaniyê beşek ji perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan xwendin û piştre meşa xwe ya ber bi Enqereyê ve domandin.