Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê: Bila Kurd bi ser nekevin 2025-09-11 09:13:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye hewl dide hem zextê li Hikûmeta Demkî bike û hem jî hewl dide rê li ber Amerîkayê bixe ji bo tasfiyekirina HSD'ê ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî her cure gefan diparêze.    Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku di Cotmeha 2024'an de li meclisê dabû û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de dest pê kir, berdewam dike. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku li meclisê hat avakirin, bi guhdarîkirina derdorên curbicur xebatên xwe didomîne. Gelek derdoran, bi taybetî DEM Partî, bang dikin ku komîsyon bi sermuzakerevanê pêvajoyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Lêbelê, hîn jî di vê mijarê de tu gav nehatine avêtin. Li gel vê, hê ne zelal e ku dê desthilat/dewlet di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de çi gavan biavêje.    Desthilat ku ji ber dirêjkirina pêvajoyê rexne lê tên kirin, ne tenê di avêtina gavên çareseriyê de bi ser neketiye, di heman demê de pirî caran Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hedef digire. Gefên li dijî Rêveberiya Xweser ku Abdullah Ocalan jê re dibêje "xeta min a sor" û Kurdan ew bi bedelên mezin ava kirine, gumanên raya giştî li ser pêvajoyê zêde dikin. Bi taybetî zimanê Wezîrê Derve Hakan Fîdan pêvajoyê jehrî dike.   GEL DIJMIN, BERMAYIYÊN DAIŞ'Ê DOST IN!   Tirkiye, ji ber ku avaniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî gef dibîne, Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ), koma ku bingeha komên paramîlîter ên girêdayî El Qaîde û DAIŞ'ê pêk tîne, hembêz dike. Her çend Tirkiye Ehmed Şera, rêveberê HTŞ'ê ku serokatiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dike, wekî "birayê min" bi nav dike jî, ew Rêveberiya Xweser ku Kurd, ereb, tirkmen, ermen û civakên baweriyê yên cuda lê hene, wekî dijmin dibîne.   FERMAN JI BO ŞARA   Tirkiyê pêl hemû bişkokên li qadê kiriye da ku Rêveberiya Xweser ji holê rake û radestî HTŞ'ê bike. Ji aliyekî ve hewl dide eşîrên ereb li dijî Rêveberiya Xweser seferber bike, ji aliyê din ve jî bi rêya Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MIT) aktorên herêmî araste dike. Armanca wê tenê ew e ku HSD'ê ji holê rake ku gelê herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hemû gefan diparêze.   Di vê çarçoveyê de, tê gotin ku Tirkiyeyê vê dawiyê "ultîmatom" daye Serokê Hikûmeta Demkî Ahmed Şara. Ofîsa Şamê ya Tirkiyeyê beriya hevdîtina bi endamê Kongreya Komarparêz a DYA'yî Abraham J. Hamadeh re çend hişyarî daye.   Ji Şare hat xwestin ku HSD û PKK'ê tawanbar bike û der barê Siwêdayê de agahî bide. Hat hînkirin ku hin xalên di ser Şara re ji Hamadeh re hatine ragihandin ev in:   *HSD şertên peymana ku di 10'ê Adarê de di navbera Şara û Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî de hatibûn îmzekirin, pêk nayne. Bi welatên mîna Fransayê re li hevkariyeke nû digere.   *HSD, talîmatên xwe ji PKK'ê werdigire. Ev yek li Tirkiyeyê dibe cihê fikarên ewlehiyê. Divê DYA, di bêçekkirina HSD'ê de alîkariyê bike.   *Li hin bajarên herêmên Rêveberiya Xweser, ereb neçar dimînin ku koç bikin.    *HSD û PKK efserên berê yên rejîmê di kampên leşkerî de digirin û plan dikin ku wan li dijî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi kar bînin.   *Îran, di ser PKK'ê re hebûna xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û ev yek ji bo DYA'yê dibe cihê gefê.   *PKK petrola Sûriyeyê îstismar dike û ev yek ji bo hemû Sûriyeyê dibe sedema zehmetiyên aborî.   *HSD, bi zanebûn hewl dide ku binesaziya li herêmên ereban wêran bike.   *HSD, bi bikaranîna endamên DAIŞ'ê yên di girtîgehan de, dewletên derve tevlî siyaseta xwe ya li dijî Sûriyeyê dike.   *HSD'ê di dema aloziya navxweyî ya li Siwêdayê de, piştgirî da milîsên ku ji leşkerên berê yên rejîmê pêk dihatin. Wê leşkerên Wezareta Parastinê kuştin û sivîlan îşkence kirin.   *HSD, dixwaze bi rêya Siwêdayê û Peravê aloziyên navxweyî yên li Sûriyeyê li welatên cîran belav bike.   *HSD, naxwaze tevlî hikûmeta Sûriyê bibe û peymana Adarê paşguh dike.   MA / Erdogan Altan