69 filistînî hatin qetilkirin 2025-09-05 20:06:47   STENBOL - Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, di 24 saetên dawî de 69 filistînî jiyana xwe ji dest dan.    Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, di 24 saetên dawî de 69 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyand ku di 24 saetên dawî de 69 cenaze û 422 birîndar sewqî nexweşxaneyên li Xezeyê hatine kirin.   Di êrişên Îsraîlê yên ji 7'ê Cotmeha 2023'yan heya niha de 64 hezar û 300 filistînî jiyana xwe ji dest dane.