Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn 2025-09-05 18:51:00   ENQERE - Ji bo Tamer Koç ê HPG'î ku hat ragihandin jiyana xwe ji dest daye, li mala wî ya li navçeya Yenimahalle ya Enqereyê şîn hat danîn   Hezên Parastina Gel (HPG) ragihand ku endamê wan Tamer Koç (Mihrali Yilmaz) di 14'ê Çileya 2025'an de li herêma Garê di pêvçûneke de jiyana xwe jî dest da ye. Piştî vê malbata Tamer Koç li mala xwe ya navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê şîn danî. Şîn wê 3 rojan berdewam bike.   Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê serdana şînê kirin û ji malbatê re sersaxî xwestin.