Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin 2025-09-04 16:01:43   AMED - Şîna Semra Duva ya PAJK’î ku ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê (PAJK) ragihand ku endama wan Semra Duva (Bêrîtan Amed) ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest daye. Ji bo Semra Duva’yê li Amedê şîn hate danîn. Şîn a ku li gundê Mûserîk ê navçeya Xana Axparê ya Amedê hate danîn, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê bi girseyî hate ziyaretkirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li serdanê bûn. Girseya ku li devereke 300 metreyan dûrî cihê şînê kom bû, bi wêneyên Bêrîtan Amedê û bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” û “Bijî Serok Apo” meş li dar xist.      Girseya gihiştî cihê şînê, deqeyek rêz girt. Piştre jî rêvebera MEBYA-DER’ê Menîce Yenî axivî û got ku Semra Duvarê 33 salan bênavber di nava têkoşînê de cih girtiye. Menîce Yeniyê got: “Em jî ji bo hêjayî têkoşîna wê bibin dê têkoşîna xwe mezin bikin. Serê gelê me sax be.”    Hevserokê MEBYA-DER’a Amedê Ramazan Dengîz jî got: “Bêrîtan Amed 33 sal berê li Amedê ji vî gundî bi rê ket. Di nava van 33 salan de bi îrade û sekneke mezin têkoşiya. Di serî de malbata wî, serê gelê me sax be. Em deyndarên şehîdên xwe ne û serkeftina me jî girêdayî dilsoziya me ya bi têkoşîna şehîdan dibe.”    Şîna Sema Duvayê dê sibe piştî dayina mewlûdê bi dawî bibe.