DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê 2025-09-04 09:57:17 ŞIRNEX - DEDAŞ’ê, trafoya ceyranê ku danîna wan a li hewşa dibistanan qedexe ye, li Silopiyayê li baxçeyê 4 dibistanan danî.   Dîcle Elektrîk Dagitim AŞ. (DEDAŞ) trafoyên ceyranê ku li hewşên dibistanan danîna wan qedexe ye, li navçeya Silopiya ya Şirnexê danî hewşa 4 dibistanan. DEDAŞ’ê bi destûra taybet a Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajar danî hewşên; Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê, Dibistana Navîn a Cumhuriyetê, Dibistana Navîn a Îmam Hatîpê ya 23’ê Nîsanê û Navenda Perwerdehiya Gel a Navçeyê bi giştî 4 trafo bi cih kir. Her wiha dema danîna trafoyan darên li hewşa dibistanê hatin birîn.    Nûnerê Egîtîm-Senê yê Silopyayê Yaşar Taşdemîr bertek nîşanî danîna trofoyan da û wiha got:  “Li dijî rêziknameya Midûriyeta Perwerdeyê ya Giştî (MEB) ji bo tiştek wiha destûr tê dayîn. Jiyana zarokên ku diçin dibistanê di talûkeyê de ye. Dibistan cihên herî ewle yên jiyanê ne lê bi dagirkeriya DEDAŞ’ê re rûbirû ne. MEB li şûna ku hewcedariyên xwendekaran tespit bike û qadên lîstikên zarokan berfireh bike li dijî vê tevdigere. Li şûna xwendekaran ji bo sermayedar û şîrketên taybet cih tê veqetandin. Hewşên dibistanan veguheriye navenda malzemeyên DEDAŞ’ê. Ger sibê di trafoyan de teqînek çêbibe û şewat derkeve berpirsyar kî ye gelo? Gelo analîza risk hat kirin, analîza hawirdorê hat kirin?”   QADAN DIDIN SERMAYEDARAN   Taşdemîr birîna daran û talana xwezaya Besta, Cûdî û Gabarê bi bîrxist û wiha got: “DEDAŞ ji bo ji xwe re qad veke daran dibire. Bi destûra Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajar daran dibire. Ne ji bo sermayedana bila ji bo jiyanê qad bên vekirin. Lazim e tu weliyên xwendekaran vê rewşê qebûl nekin. Hinek weliyan bertek nîşan dan û gotin ku dê zarokên xwe neşînin van dibistanan. Em bang li hemû saziyên demokratîk dikin ku bila mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û bertek nîşanî vê rewşê bidin. Lazim e bertek nîşanî hişmendiya talanker a DEDAŞ’ê bidin. Rêziknameya wezaretê aşkera ye. Midûriyeta Perwerdeyê divê li gorî vê rêziknameyê tevbigere. Wek Egîtîm-Sen em ê vê pêvajoyê bişopînin.”   ‘BI SALAN E ZILMA DEDAŞÊ HEYE’   Yusuf Kizil ku 4 xwendekarên wî li Dibistana Seretayî û Navîn a Cûmhuriyetê perwerdeyê dibînin bertek nîşanî mijarê da û diyar kir ku bi salane zilma DEDAŞ’ê didome û wiha got: “Bi salane DEDAŞ zilmê dike. Her derê dikolin û zilmê li me dikin. Her tim ceza nivîsandina wan têrê nake, vê carê jî trafoyan datînin hewşên dibistanên zarokên me. Ev nayê qebûlkirin. Ger teqînek çêbibe berpirsyar kî ye? Em naxwazin trafoyan deynin hewşên dibistanan. Em DEDAŞ’ê şermezar dikin.”   ‘BILA TRAFO BÊN RAKIRIN’   Welatiyê bi navê Şehmus Oden ku zarokên wî diçin Dibistana Seretayî û Navîn a Cûmhuriyetê bertek nîşanî DEDAŞ’ê da û wiha got: “Ez naxwazim jiyana zarokên xwe bixim talûkeyê. Lazim e rayedar çareseriyekê peyda bikin. Ez zarokên xwe naşînim dibistanê. Ez bi midûrê dibistanê re axivîm û dibêje tiştek ji destê me nayê. Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajar destûrê dide. Lazim e kes vê qebûl neke. Bila trafo ji wir bên rakirin.”   MA / Emrullah Acar