7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan 2025-09-04 09:33:29   AMED - Mehmet Karatepe ku birayê wî Mûstafa Karatepe 30 salan di girtîgehê de mabû û 7 meh piştî tehliyeya xwe jiyana xwe ji dest da, got: “Ew dikuj in û wisa ber didin. Yên xwe li ser pêyan digirin bernadin.”     Mûstafa Karatepe (67) ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Sîncanê dihat ragirtin û 30 sal bûn girtî bû, di 6’ê Çileyê de hate berdan. Karatepe, 7 meh piştî tehliyeya xwe, di 30’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Karatepe, di 14’ê Çileya 1995’an de li Îzmîrê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebbeda girankirî da. Karatepe, di nava 30 salan de li girtîgehên Îzmîr, Yozgat, Dîlok, Çewlig, Çankiri Yozgat û Kirşehîrê hate ragirtin. Karatepe, di 6’ê Çileya 2025’an de ji Girtîgeh Hejmar 2 ya Tîpa F a Sîncanê ya Enqereyê hate berdan. Karatepe ku dema yek salî bû bavê xwe winda kiribû, dema di girtîgehê de jî ji 5 zarokên xwe yek jê winda kir.    Mehmet Karetepe (72) behsa têkoşîn û mirina birayê xwe kir. Karatepe, diyar kir ku birayê wî piştî zewacê ji Amedê koçî Îzmîrê kir û li wir jî di têkoşînê de cih girt. Karatepe, da zanîn ku birayê wî piştî 10-12 salên li Îzmîrê hatiye girtin û got: “Ji ciwantiya xwe ve di nava partiyê de bû. Digot ji bo pêşeroja azad a gelê xwe têdikoşe. Em li Şêx Elîkayê mezin bûn ku niha girêdayî Amedê ye.”    PIŞTÎ TEHLIYEYÊ TEŞHÎSA PENCEŞÊRÊ HAT KIRIN    Karatepe, got ku dema çûy girtîgehê serdana birayê xwe, birayê wî behsa binpêkirinên mafan kiriye û ev tişt anî ziman: “Girtîgeh, cihên mirinê ne. Di çarçoveya hiqûqa dijminatiyê de nêzî girtiyan dibin. Du sal berê li girtîgehê bi vê nexweşiyê ketiye lê jê re negotin bi penceşêrê ketiye. Digotin ‘mîdeyê wî diêşe.’ Dema êdî ji xwarin û vexwarinê bûy û ji dest û lingan ketî jî êdî du salên wî temam bûbûn û tehliye kirin. Piştî tehliyeyê me ew bir her bijîşkî û gotin ‘penceşêr e.’ Heke di dema xwe de teşhîsa wê bihata kirin û mudaxileya pêwîst bihata kirin, belkî niha hêj bijiya. Tişta hatiye kirin zilm e.”    BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN TEHLIYEKIRIN    Di berdewamê de Karatepe, got: “Dema birayê min ji girtîgehê derketî rewşa wî giran bû. Tu xêr ji dermanan nedît. 5 mehan dikariya bimeşe û me wisa dibir nexweşxaneyê lê di du mehên dawî de li nexweşxaneyê ma. Li wir jiyana xwe ji dest da. Ya ku em dizanin, heta nemirin wan bernadin. Wan dikujin û wisa ber didin. Yên dikarin xwe ser pêyan bigirin bernadin. Em dixwazin girtî bên berdan. Bila kesek di zindanan de nemîne. 30-33-34 sal demekî pir dirêj e, mirovên nexweş hene, em dibihîsin. Hêj ev mirove ji dest û lingan neketin divê bên berdan û biçin tedawî bibin da ku nemirin. Ev mijareke pir girîng e. Ma kesekî nexweş û nikare bimeşe dikare çi bike?”    ‘BI HESRETA HEVJÎN Û ZAROKÊN XWE ÇÛ’   Karatepe, destnîşan kir ku birayê wî bi hesreta hevjîn û zarokên xwe jiyana xwe ji dest daye û wiha pê de çû: “5 keçên birayê min hene. Bi hesreteke mezin li benda bavê xwe man. Lê bavê xwe nedîtin. Keça wî ya mezin 41 salî ye û dema bavê wê hatî girtin 11 salî bû. Bavê xwe nedîtiye, salê carekê tenê ji bo saetekê diçû hevdîtinê, bi hesreta bavê xwe dijiya. Keçekek a wî dema Mûstafa di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Dema Mûstafa li nexweşxaneyê, her çar keçên wî ji serê sibehê heta êvarê li dora bavê xwe dihatin û diçûn. Ji cem wî qet nediçûn. Ez kekê wî me, ez jî bi hesreta wî dijiyam. Dixwest li deşt û çiyayan bigere. Anku bihesret bû, tu eleqeya wî bi malê dinyayê re tune bû. Dixwest rojê bibîne. Dixwest biçe cihên dema zarokatiyê lê digeriya.”    DAXWAZA WÎ YA DAWΠ   Karatepe, anî ziman ku birayê wî pir mezin li ber xwe da û axaftina xwe wiha qedand: “Tu tiştek ji me nedixwest. Tenê di wesiyeta xwe de xwest ku li gund were definkirin. Got; ‘Dema ez mirim, min bibin gundê me û strana Aram Tîgran a ‘Ez ez kal kirim’ vekin. Bila kesek ji bo min negirî.’ Em ê tu caran têkoşîna wî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”    MA / Fethî Balaman