TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye 2025-09-03 13:09:53   NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ nameyek ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê re şand û bang lê kir ku di bin navê "entegrekirinê" de dest ji rojeva xwe ya mayindekirina koçberiyê berde û derfetên vegera şengaliyan a li cih û warên wan biafirîne.   Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji ber civîna 20'ê Tebaxê ya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ku tê de mijara hiştina koçberan li kampan û dûrî warê xwe hat nîqaşkirin, nameyek ji wezaretê re şand.   TAJÊ di nameya xwe de diyar kir ku hikûmeta Iraqê li cihê ku ji bo êzdî vegerin cih û warên xwe xebat bide meşandin, dixwaze qanûnên xeternak ku weke jenosîdê tê binavkirin, derxe û wiha got: “Di encama fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser Şengalê, bi sedhezaran mirovên êzdî bi zorê ji cih û warê xwe koçber bûn. Di heman demê de, di encama fermanê  de malên gel hatin xirabkirin û binya tehtiyê ya Şengalê hat rûxandin. Hikûmeta Iraqê ji bo miletê koçber vegerin ser cihê xwe pêwist bû malên koçberan ku di fermanê de hatine wêrankirin ava kiribûya da ku miletê me yê koçber vegeriya ser ax û warên xwe. Lê heya roja îro ev yek li gorî dihat xwestin nehatiye kirin. Berpirsyariyên xwe li hemberî Şengalê pêk neaniye. Wezareta Koç û Koçberan di 20’ê Tebaxê de biryar girt ku heya serê salê ger koçber venegerin cihê xwe wê ji statuya koçberan derkevin û bibin niştecihên cihê lê koçber bûne û dosyaya koçberan dê were girtin.”   Di nameyê de TAJÊ bal kişand ser yekkirina hemû kampan û destnîşan kir ku biryara wezaretê biryareke gelek metirsîdar dibînin û ev nirxandin kir: “Herî dawî wazaretê got ku dê hemû kampan bikin yek. Em vê biryarê gelek metirsîdar dibînin. Ev biryarek li gorî berjewediyên siyasî ye nakeve berjewendiyên civaka me. Ev yek guhertina demografiyê ye. Lewre em jinên êzdî û civaka êzdî biryara Wezareta Koç û Koçberan rast nabînin û qebûl nakin. Veqetandina êzdiyan ji koka wan tê wateya berdewamiya fermanê. Em dixwazin balê bikşînin ser biryara efûya giştî ku di encama wê de bi hezaran DAIŞ’î ji zindanên Iraqê hatin berdan. Ev rewşek metirsîdar e ger Êzidî venegerin ser axa xwe li wir rastî êrîşê werin wê çawa xwe biparêzên? An jî kî dê wan biparêze? Hê jî rastiya fermana 2014’an li ber çavan e.”   TAJÊ Di dawiya nameyê de ev daxwaz ji Wezareta Koç û Koçberan kir:   "* Biryara ku we di 20’ê Tebaxê de girt divê were betalkirin.   * Divê ku derfet ji bo koçberan were dayîn, malên wan bên avakirin, projeyên kar li Şengalê bên avakirin da ku Êzidî vegerin cih û warên xwe."