Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da 2025-09-01 09:52:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Fransa û çendek welatên din ragihandibûn ku dê dewleta Filistînê bi awayekî fermî nas bikin. Îsraîlê jî li dijî vê hewldanê, ragihand ku dibe beşekê Şerîaya Rojava dagir bike.    Fransa û hinek welatên din ragihandibûn ku ew ê dewleta Filistînê bi awayekî fermî nas bikin. Îsraîlê jî li dijî vê hewldanê, îlhaqkirina beşekî Şerîaya Rojava xist rojeva xwe. Li gorî sê rayedarên Îsraîlî yên ji Reutersê re axivîn; di civîna qebîneya ewlekariyê ya Serokwezîr Binyamîn Netanyahu ya di roja yekşemê de yek ji rojevan jî ev bû.    Hîn zelal nebûye ka dê kîjan herêman bigire nav xwe lê di nava îxtîmalan de tenê niştecihên Cihû yên heyî, hin herêmên bijartî yan jî qadên stratejîk ên mîna Geliyê Urdun hene.   Tê payîn ku Filistînî û civaka navneteweyî nerazîbûnên tund nîşanî gaveke wiha bidin. Şerîaya Rojava li navenda xaka ku Filistînî ji bo siberoja xwe daxwaz dikin e. Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek welat vir weke “xaka di bin dagirkeriyê de” pênase dikin. Îsraîl vê weke “herêma bi nîqaş” dibîne.   Fransa, Ingilistan, Awûstralya û Kanadayê di meha Îlonê de li Lijneya Giştî ya NY’ê armanca xwe ya ji bo naskirina dewleta Filistînê aşkera kiribûn. Îsraîl aciziya xwe ya li hemberî vê yekê anîbû ziman.   Li aliyê din, rastgirên tund ên li hikûmeta Netanyahu ev demek dirêje dixwazin Şerîaya Rojava bi fermî bibe parçeyekî Îsraîlê. 20’ê Tebaxê projeyeke niştecihiyê ya bi nîqaş a bi navê “E1” ku wê Şerîaya Rojava bike du parçe, hatibû erêkirin.