SOHR: Hîkûmeta Demkî 95 Durzî qetil kir 2025-08-28 16:14:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 12 jê jin 95 Durzî ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta Şamê ve li kolanan hatin qetilkirin.   Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), 12 jê jin 95 Durzî ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta Şamê ve li kolanan hatin qetilkirin. Bi vê yekê re hejmara kuştiyên bûyerên li Siwêdayê ku di 13’ê Tîrmehê de dest pê kirin, bû hezar û 490. Piraniya welatiyên ku hatine qetikirin Durzî ne û ji wan 765 kes jê li qadan hatin qetilkirin.