Cenazeyê Berat Nazlican li Çewligê hat veşartin 2025-08-27 21:08:28   ÇEWLIG - Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Berat Nazlican ê ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, li Çawligê bi girseyî hat veşartin.   Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Berat Nazlican (Botyan Amed) ê di 23’ê Tebaxa 2019’an de li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, li goristana bêkesan hatibû veşartin. Piştî 6 salan malbata Nazlican cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girt û li gundê Botyana yê Dara Hênê veşart.   Malbata Nazlican, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya şaxa Amedê, rêxistina DEM Partiyê ya Çewlîgê û gelek kes tevlî merasîmê bûn.   Cenaze di têketina gund bi girseyî hat pêşwazîkirin û heta ku goristanê meşiya. Di meşê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin berzkirin. Merasîm bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.   Hevserokê MEBYA-DER’ê Ramazan Dengîz di merasîmê de axivî û sersaxî ji gelê Kurd re xwest û wiha axivî: “Bajarê Çewlîgê wekî Mehmet Karasûngûr lehengên mezin derxistiye. Botyan Amed ji yek wan e. Çawa ku Mehmet Karasûngûr, Mehmet Hayrî Dûrmûş berxwedanê dilop dilop mezin kir. Botyan Amed ji vê berxwedanê mezintir. Îro em tevahî cîhane tên naskirin, şoreşa Rojava pêk hat bi keda Botyan û hevalên vî ne. Şehîd namirin.”   Piştî axaftinan merasîm dawî bû.