Şaman ê OHD’î: Komîsyon dixebite lê tecrîd didome 2025-08-27 09:52:25   MERSÎN - Endamê OHD’ê Lokman Şaman, got: “Xebatên Komîsyona li Meclisê didomin lêbelê mercên xebatê yên Ocalan hêj nehatine başkirin û tecrîd didome.”   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, didome. Lêbelê tu guhertinên esasî di rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan de nehatina kirin. Hevdîtinên sînordar ên tê kirin hêj bi destûra Wezareta Dadê ve girêdayî ne. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Lokman Şaman, diyar kir ku hevdîtinên ku tên kirin nayên wateya ku tecrîd hatiye rakirin. Şaman, got tecrîda li Îmraliyê “bi pergala hiqûqa taybet a polîtîk” ve tê rêvebirin û ev tişt got: “Sedema ku pêvajoyeke bi rêk û pêk nadome tecrîda li Îmraliyê ye û hevdîtina du hefte carê ya bi rêzdar Ocalan re nayê wateya ku tecrîd rabûye. Jixwe di çarçoveya mafê hêviyê de rêzdar Abdullah Ocalan ev 27 sal in girtî ye û hêj sepanên hiqûqa polîtîk didomin. Li gorî baweriya me divê ev astengî tavilê bê rakirin û rêzdar Abdullah Ocalan beşdarî komîsyona xebatên aştî û civaka demokratîk bibe.”    ‘DIVÊ RASTE RAST BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN’   Şaman, diyar kir ku têkiliya bi Abdullah Ocalan bi awayeke rêk û pêk nayê domandin û ev yek di warê civakî ji bo pêvajoya aştiyê fikaran çêdike û divê peywendiya di navbera Ocalan û Komîsyonê xurt be. Şaman, destnîşan kir ku divê raste rast bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û wiha pê de çû: “Ji bo hevdîtinên fîzîkî yên rast divê yan Komîsyon biçe Îmraliyê yan jî rêzdar Abdullah Ocalan bi xwe beşdar be û pêvajoyê bi awayeke şefaf rêve bibe. Nexwe dewlet qala pêvajoya çareseriyê ya ku ji yekalî ve tê rêvebirin. Ger ev pêvajo bi yekalî ve bê rêvebirin dê ciddiyet û jidilbûna wê bifikar be.”    ‘HÊJ GAVEKE ŞÊNBER NEHATIYE AVÊTIN’   Şaman, raveke kir ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê bi hinceta rêziknameya navxweyî ya Meclisê asteng kir û ev yek jî zirar da pêvajoyê. Şaman, destnîşan kir ku di avakirina civaka demokratîk de hêmana esasî rêgeza hemwelatiya wekhev e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêgeza hemwelatiya wekhev di xwe de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jî dihewîne. Axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê ji aliyê serokê komîsyonê ve bi hinceta rêziknameya navxweyî ya Meclisê hate astengkirin û ev zirar da cidiyeta pêvajoyê.”   Şaman, anî ziman ku xebatên komîsyonê bi nirx in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “A girîng ew e ku aştî meyinde be û di avakirina civaka demokratîk de çareseriyeke mayînde pêk bîne. Xebatên Komîsyona li Meclisê didome; lêbelê mercên xebatê yên Ocalan hêj nehatine afirandin û tecrîd didome.”   MA / Abdulkadîr Ayten