Li NÇM'ê qeydên kursan didomin 2025-08-27 09:09:23   STENBOL - Qeydên kursan ên NÇM'ê dê di 15'ê Îlonê de bi dawî bibin. Ferît Elalmiş bang li ciwanan kir ku beşdarî xebatan bibin.    Li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), ku li ser çand û hunera Kurdî xebatan dike, qeydên kursên nû didomin. Qeydên di 7'ê Tebaxê de dest pê kirin, dê di 15'ê Îlonê de bi dawî bibin. Di serdema nû de dê kursên erbane, saz, mey, setar, bilûr, zirne, def, keman, piyano û şanê bên dayîn.    ‘EM BI STRANÊN XWE LI BER XWE DIDIN'   Ji xebatkarên NÇM'ê Ferît Elalmiş anî ziman ku navend di salên 1990'î de dema ku Kurdî qedexe bûye hatiye avakirin û tevî hemû zilm û qedexeyan jî xebatên xwe domandiye. Elalmiş got: "Ew dem pir dijwar bûn. Êriş li ser hunermendên Kurd hebûn. Lêbelê, kom (komên muzîkê) yên me li dora NÇM'ê bûn yek û hunera xwe pêşkêş kirin. Bê guman, piştgiriya ji raya giştî û ciwanan jî pir erênî bû. Bi vî awayî me NÇM'ê nas kir. Min wekî xwendekar dest pê kir û li vir gelek tişt fêr bûm. Gelek ciwan bi saya koman tevlî NÇM'ê bûn."    Elalmiş, destnîşan kir ku armanca NÇM'ê ew e ku huner û çanda gelê Kurd bidomîne û got ku polîtîkayên asîmîlasyonê hîn jî berdewam dikin. Elalmiş got: "Di vî warî de, NÇM û hunermendên wê cihekî girîng digirin. Em bi stran û govendên xwe berxwedanê didomînin."   BANGAWAZÎ   Elalmiş, diyar kir ku wekî salên berê, ew ê di gelek waran de kursan pêşkêş bikin û bal kişand ser eleqeya zêde ya ji bo qeydan. Elalmiş got: "Banga me ji ciwanan û her kesî re ye: Serlêdana saziyên me bikin. Bi vî rengî em ê xurttir bibin û pêşve biçin. Wê amûrên me yên nû jî hebin. Em bang li gelê xwe dikin ku werin NÇM'ê. Ji ber gelek sedeman, rêxistinên me yên civakî niha pir zêde nînin. Mînak, Koma Amed, ew ji nû ve kom bûne. Em ê xebata xwe bidomînin û em plan dikin ku bi rêxistinên civakî re xebata xwe bidomînin. Em ê xebata xwe bi ruhekî kolektîf bikin. Ciwanên me dikarin werin û beşdarî xebatan bibin."