Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin 2025-08-26 13:32:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û hevjîna wî Dîlek Îmamoglû, Nûsret Yilmaz di çarçoveya lêpirsîna ÎBB’ê de hate binçavkirin.    Parêzerê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku ji 23’yê Adarê heta niha girtî ye û hevjîna wî Dîlek Îmamoglû, Nûsret Yilmaz bi sûcdariya “Ji bo bertîlê navbeynkarî kiriye” hate binçavkirin. Yilmaz ku li Trabzonê hate binçavkirin, li bendê ye ku di nava rojê de bînin Stenbolê.    Parêzerê Îmamoglû yê berê Mehmet Pehlîvan ê ji bo îfadeyê bang lê hatibû kirin, hatibû girtin.