Lîreyê Tirk li hemberî Dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe 2025-08-22 11:17:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 19’ê Adarê heta niha Dolar cara ewil 41 lîreyê Tirk derbas kir.    Ji 19’ê Adarê roja girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû heta niha cara ewil Dolarî 41 lîreyên Tirk derbas kir. Di 19’ê Adarê de dolar derketibû 41,6416 TL’an.    Îro di danê sibehê di piyasaya navneteweyî de Dolar heta 41.01 TL’an rabû.    Ji destpêka mehê heta niha Dolar li hemberî lîreyê Tirk ji sedî 0,9 û ji destpêka salê heta niha jî ji sedî 16 bêhtir biqîmet bû.    Euro jî niha bi 47, 57 - 47,59 lîreyên Tirk tê firotin.