Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê 2025-08-20 10:10:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsral Katz, plana dagirkirina Xezeyê erê kir û ji bo tevlibûna operasyonê fermana tevlibûnê da 60 hezar leşkerên cîgir.    Li gorî medyaya Îsraîlê; Wezîrê Parastinê Îsrael Katz, plana dagirkirina Xezeyê ya artêşê erê kir. Wezîr Katz, plana dagirkirinê weke “Cîbicîkirina biryara qebîneyê ya ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê” pênase kir.    Katz, anî ziman ku di nava hedefên stratejîk ên operasyonê de “berdana hemû dîlgirtiyan, jihevbelavkirina avadaniya leşkerî ya Hamasê û sirgunkirina lîderên wê, bêçekkirina Xezeyê, avakirina herêmeke tampon a biewle ya li ser sînorê Îsraîlê û domandina azadiya operasyoneyî ya artêşa Îsraîlê ya li herêmê” hene.    Katz, bi domdarî ev îdiaye kir: “Dema operasyon temam bû, dê berê Xezeyê biguhere û dê neşibe halê xwe yê berê. Dê herêm bi awayekî radîkal were guherandin.”    Katz, di heman demê de ferman da ku 60 hezar leşkerên cîgir tev li operasyonê bibin. Bi plana hatiye erêkirin re tê armanckirin ku nêzî milyonek Filistînî koçî başûrê Filistînê bên kirin.