Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin 2025-08-20 09:08:43 RIHA - Platforma Saziyên Demokratîk dê starta çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di 31’ê Tebaxê de li Rihayê bi mitîngekê bide.    Ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çendek roj man û xebatên çalakî û xwepêşandanan jî dest pê kirin. 1’ê Îlonê dê li gelek bajaran bi miting, meş û çalakiyên cuda bê pîrozkirin. Lê tê payin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna welat hatiye destpêkirin, mohra xwe li pîrozbahiyên îsal bide.    Starta çalakiyan, dê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rihayê were dayin. Start, dê di 31’ê Tebaxê de bi mitîngê were dayin. Di 1’ê Îlonê de jî dê li Stenbolê miting were lidarxistin. Di heman deme de li Wan, Amed, Êlih, Şirnex û bajarên din jî meşen girseyî bên lidarxistin.    Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Narîn Gezgor, diyar kir ku ji bo civakîkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê li gelek bajaran çalakiyan li dar bixin.    Narîn Gezgorê anî ziman ku Abdullah Ocalan bi banga kirî re rêya xelasiya ji Şerê Sêyemîn ê Cîhanê nîşan da ye û wiha got: “Riha, hem bajarê birêz Ocalan lê ji dayik bûye hem jî bajarekî li gorî ruhê civaka demokratîk e. Lewma me biryar da ku mitînga xwe ya ewil li vir li dar bixin. Ji ber ku Kurd, Ereb, Êzidî, Tirkmen û gelek milet li vir bi hev re dijîn. Her wiha em dikarin bibêjin yek ji mînakên herî şênber a civaka demokratîk e.”    'DÊ BI DENGEKÎ BILIND DAXWAZA AZADIYA OCALAN BÊ KIRIN’    Bi domdarî Narîn Gezgorê bi lêv kir ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê çalakiyên 1’ê Îlonê li Rihayê bidin destpêkirin û wiha pê de çû: “Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji bo me mijareke esasî ye. Azadiya fîzîkî û mercên xebatên yên azad, daxwaza me ya sereke ye. Di mitîngê de dê daxwaza aştiya civakî û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bi dengekî bilind were kirin.”    'DÊ AVAKIRINA AŞTIYA CIVAKÎ HÊSAN BIKE’   Di berdewamê de Narîn Gezgorê daxuyand ku gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk jî dê bi daxwazên xwe û bi daxwaza aştiyê tev li mitîngê bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Avakirina civaka demokratîk û aştiya civakî ne tene pirsgirêka gele Kurd e lê meseleya hemû gelan e. Divê hemû derdorên civakî bi reng û daxwazên xwe tev li mitîngê bibin û ev yek dê avakirina aştiya civakî hêsan bike. Rastiya gelekê ku bi sala ye bûye mexdûrê polîtîkayên şer heye. Jin, kedkar, ciwan, hemû derdorên civakî mexdûrên polîtîkayên şer in.”