Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in 2025-07-31 12:11:22   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, têkildarî endamên ku CHP’ê ji bo komîsyona ku dê li Meclisê bê damezirandin destnîşan bike, got ne diyar in.    Komîsyona ku di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de dê li Meclisê bê avakirin, di hefteya ewil a Tebaxê de dê dest bi xebatên xwe bike. Hate îdiakirin ku navên ku CHP’ê destnîşan kiriye ev in: Zeynel Emre, Sezgîn Tanrikulu, Murat Emîr, Gokçe Gokçen, Okan Konuralp, Murat Bakan, Turkan Elçî, Sureyya Oneş Derîcî, Turan Taşkin Ozer û Oguz Kaan Salici.   Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, di bernameyeke televîzyonê de der heqê endamên komîsyona Meclisê got: “Hêj lîste ne diyar e. Lewre me duh biryara tevlêbûna komîsyonê da. Dibe ku ez dora 20 hevalên me erkdar bikim. Li gorî pêşnûmaya min navên ku ez difikirim li ser 20’an e. Ez ê ji wan 10 kesan hilbijêrim. Min hêj hilnebijartiye. Ez ê bi serokwekîlên me re bişêwirim. Ez ê sibe danê nîvrokî nivîsê ji Meclisê re bişînim.”