Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî 2025-07-30 14:11:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Daristanan, di 7 mehên ewil ên salê de 4 hezar û 426 caran agir bi daristanan ketiye. Bi giştî qadeke 49 ezar û 769 hektar bû xwelî.    Daneyên Midûriyeta Giştî ya Daristanan, bilançoya şewatên daristanan ên li seranserê welêt eşkere kir. Li gor daneyan di sala 2025'an de li 75 bajaran 4 hezar û 426 caran agir bi daristanan ketiyeç Di van şewatan de qadeke 49 hezar û 769 hektar zirar dîtiye.    Herî zêde li Çanakkaleyê agir bi daristanan ketiye; 498 caran. Bi dorê herî zêde li Balikesîrê (336 caran), İzmir (283 caran), Stenbol (277 caran) û Manîsa (214 caran) agir bi daristanan ketiye.