Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin 2025-07-28 11:29:43 WAN - Ji Dêra Navneteweyî ya Wanê rahîb Yeşu Kavak ku piştgiriya xwe ya ji bo 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' ragihand got ku divê DEM Partî li wan guhdarî bike û dêran tevlî vê pêvajoyê bikin.   Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên piştî wê di rojevê de ne. Ji Dêra Navneteweyî ya Wanê rahîb Yeşu Kavak piştgiriya xwe ya ji bo 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' anî ziman û ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xwest ku di çarçoveya pêvajoyê de li wan guhdarî bikin. Kavak her wiha destnîşan kir ku fikra Abdullah Ocalan a civaka demokratîk vê rewşê pêwîst dike.   Kavak bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Kes li bendê nebû lê daxuyaniya birêz Devlet Bahçelî bû destpêka pêvajoyeke nû. Beriya wê jî behsa xurtkirina eniya navxweyî dihat kirin û me ev yek tam fêm nedikir. Herêm di çembereke agir de ye; li Îran, Sûriye û Iraqê pirsgirêkên cidî hene. Ji ber vê yekê Bahçelî sibehekê tenê hişyar nebû û ev tişt got. Hem DEM Partî hem jî gotina Birêz Abdullah Ocalan a 'Ever' li gorî min xala herî girîng bû. Eger Birêz Ocalan bigota, 'ez qebûl nakim, em ji te bawer nakin' ev pêvajo nediqewimî. Piştî ku tecrîda li dijî Birêz Ocalan hate rakirin, rewşa pêvajoyê zelal bû. Di dawiyê de, di 27’ê Sibatê de Birêz Ocalan manîfestoyek weşand û ragihand ku siyaseta demokratîk dê bê meşandin û divê em xatirê xwe ji çekan bixwazin. Di vir de mijara herî girîng gotina Ocalan a, 'Ez ji vê pêvajoyê berpirsyar im' bû. Çawa ku Devlet Bahçelî destê xwe danî binê kevir, Birêz Ocalan jî bi xistina destê xwe ya li binê kevir re berpirsyariyeke dîrokî girt ser milê xwe. Her du aliyan jî ev rewş nas kirin.”      'EGER OCALAN BIAXIVIYA, PÊVAJO XERA NEDIBÛ'    Kavak da zanîn ku di rastiyê de Abdullah Ocalan li şûna dewletê navnîşana ku gel bi hev re bi rengekî demokratîk bijîn nîşan da û wiha got: “Ji ber ku eger civak li hev neyê, ti wateya tiştên hatine kirin nîne. Mesajek hate dayin ku civak demokratîk bibe, bibe yek û veguhere. Divê ev pêvajo ne tenê pêvajoyeke ji aliyê partiyên siyasî ve tê meşandin be; dixwaze her du beşên civakê tevlî hev bike. Ji bo civakeke demokratîk, azadîparêz û wekhev divê têkoşîn bê dayîn. Ez peyamên Birêz Ocalan dixwînim. Divê mirov bipirse bê ka pêvajoya di navbera 2013-2015'an de çima têk çûye. Her kesî hevdu sûcdar kir. Lê divê were gotin ku di wê serdemê de çarçoweya Rojhilata Navîn û Tirkiyê ne mîna ya îro bû. Hikûmetê wê demê qala aştiyê dikir, lê ti hewldan nebû. Ya herî girîng ew e ku mûxatabê bingehîn Birêz Ocalan ewçend çalak nebû; Eger aktîf bûya, ez bawerim wê demê pêvajo nehatibûya sekinandin. Di nava wê demê de pirsgirêkên her du aliyan hebûn. Bi ya min PKK'ê û hikûmetê destûr neda kesê sereke yê divê biaxive. Wê demê Bahçelî dîsa li dijî vê pêvajoyê bû. Niha beşeke mezin a siyaset û civakê bûye      'PKK'Ê BIRYARDARIYA XWE YA JI BO AŞTIYÊ NÎŞAN DA'    Kavak anî ziman ku wî merasîma îmhakirina çekan temaşe kiriye û gelekî bandor lê kiriye wiha got: "Li ser rûyê mirovên çek danîn xemgîniyek hebû, lê li aliyê din gelekî girîng e ku xanim Besê Hozat a payebilind pêşengî ji vê re kiriye. PKK'ê bi vê merasîmê re bi rastî jî nîşanî her kesî da ku ew ji aştiyê re amade ye. Biryara qedandina têkoşîna çekdarî bi civandina kongreya PKK'ê û gotina 'Me bihîst, me fêhm kir û em bi cih tînin' dîrokî bû. Ev pêvajo di rastiyê de nîşan dide ku PKK di vê mijarê de çiqasî bi biryar e. PKK bi zelalî peyamê dide ku eger biryarekê bide wê bi cih bîne. Bêguman hebûna wezîfedarên dewletê yên li wir jî gelekî girîng bû. Di dîrokê de rasthatina li rewşeke bi vî rengî gelekî zehmet e. KCK, PKK û Ocalan gelek baş îfade kirin ku di vê mijarê de bi biryar in û têkoşîna 52 salan derxistine asteke din. Cihê ku çek lê hatine îmhakirin ji bo tevgera Kurd jî xwedî wateyekê ye. Li wir mesajek hat dayîn: 'Me bi agir dest pê kir, em bi agir diqedînin'. Ev merasîm gelek tişt ji me re vedibêje û em dizanin ku ev pêvajo wê zêde zehmet nebe.”   'HER DU ALIYAN ÊŞÊN MEZIN JIYAN'    Kavak diyar kir ku aştî wê feydeyê bide her du aliyan û got, "Di aştiyê de windahî nîne. Divê hem gelê Kurd hem jî Tirk ti carî nebêjin, 'bi pêkanîna aştiyê re me çi bi dest xist?' Eger bi vî rengî bifikirin, wê aştî pêk neyê. Aştî ne li ser tiştên ku we bi dest xistine ye. Ji niha û pê ve ne windakirina tiştekî ye. Hestên mirovan, rabirdûyên wan û bûyerên dîrokî yên wan jiyane bi hêsanî nikarin bên jêbirin. Her du aliyan êşên mezin kişandine, windahiyên mezin dane û tovên nefretê li welêt hatine çandin. Ez di ciwantiya xwe da bi vê nefretê mezin bûm. Civak bi vî rengî ye û bi vê hestê mezin bûye. Em dizanin ku ev êş bi hêsanî nayên jêbirin. Kitêba Pîroz di ayetek de dibêje: ‘Hezkirin di ser her tiştî re ye’. Êş tavilê sivik nabin, lê dema Tirk û Kurd hembêz bikin wê êş kêm bibin û av li ser agir bê rijandin. Ev pêvajo dê dem bigire, lê ez bawer im ku pêvajo baş dimeşe. Hem DEM Partî hem dewlet, hem jî rêxistin pêwîst e nêzî civakê bibin û hembêz bikin. Divê ez ji vir bang bikim ku divê tu kes destûrê nede tu çalakiyên ku dê vê pêvajoya aştiyê xera bike an jî provoke bike. Çawa ku min biryar da bi Kurdên li van xakan re di nava aştiyê de bijîm, ez bawerim divê her kesên din jî bi heman rengî nêzî vê bibin. Di parlementoyê de her tişt tê nîqaşkirin, lê rewşa civakê cuda ye û ew ê tiştên ku jiyane bi hêsanî ji bîr nekin.   ‘MODEL DIKARE JI BO CÎHANÊ BIBE MÎNAK’   Kavak da zanîn ku di navbera pêvajoyên pevçûn-çareseriyê yên li cîhanê û merasîma îmhakirina çekan a PKK'ê de cudahî heye û wiha dewam kir: "Li Îrlandayê mînaka ÎRA'yê heye, lê em nikarin PKK'ê di heman astê de bi cih bikin. Di doza ÎRA'yê de jî di navbera Protestan û Katolîkan de şer derket. Pevçûna li wir ne tenê rewşeke li dijî monarşiyê bû, di heman demê de tevlîheviyeke olî di nava xwe de rû da. Ji bo vê jî pêvajoya ÎRA'yê demeke dirêj girt. Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke bi vî rengî nîne. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de bi awayekî vekirî û zelal axivî; got, 'Ti pirsgirêka me bi alê re nîne'. Ev gotineke gelekî xurt û bi bandor e. Em dikarin çalakî, axaftin û qonaxên ku li ser çareseriya şer a ÎRA'yê hatin kirin weke mînak nîşan bidin. Wate, adaptekirina IRA'yê ya li vir li vir nayê. Eger ev pêvajo li van xakan bi ser bikeve, ya ku ez bawer im wê bibe, ev model wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe mînak, di heman demê de wê bibe modeleke ku dikare bandorê lê bike. Wê bibe modelek ji bo jiyana bi hev re. Li her devera Rojhilata Navîn pirsgirêka jiyana wekhev û destûra bingehîn a demokratîk heye. Destûra bingehîn ji bo şexs an jî şexsekî nayê çêkirin. Eger Tirkiye karibe vê bike, mîna ku Birêz Ocalan got, wê civakeke demokratîk derkeve holê. Di vê çarçoveyê de hem Bahçelî, hem Serokkomar, hem jî Ocalan ji derve wêdetir li ser çareseriyê nîqaşan dikin. Ez di wê baweriyê de me ku qonaxa yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk niha Tirkiye ye.”     'PÊWÎSTE PARTIYA DEM'Ê LI ME GUHDARÎ BIKE'    Kavak destnîşan kir ku divê komîsyona li parlamentê hatiye avakirin û alî li ser bingeha 'em dikarin kîjan qezencê bi dest bixin' nekeve nava nîqaşê û wiha axivî: "Pêwîste rêxistinên civakî yên sivîl, komên hindikayiyan û hemû beşên civakê yên li welêt pêşniyarên xwe li wir pêşkêş bikin. Divê komîteyeke jêrîn bê avakirin û hemû rengên welêt li vir xwedî gotin bin. Eger ev were kirin, welatekî ku her kes karibe bi rengekî wekhev, demokratîk û azad lê bijî, dikare bê afirandin. Divê ji bermahiyên derbeyê yan jî ji peyv û rehma çend kesan re neyê hiştin. Em ê tecrubeyên xwe bi DEM Partiyê re jî parve bikin. Lazim e  DEM Partî li me guhdarî bike. Pêwîste di vê pêvajoyê de dêran jî bihewînin. Em li van xakan kêmnetewe ne. Partiyeke ku bi salan e ji bo vê têdikoşe, lazim e li me guhdarî bike. Divê em jî di nava destûreke nû de cih bigirin û çareseriyên daxwazên me hebin. Aştiya civakî ancax bi vî rengî dikare pêk were. Azadiya ol û wijdanê heye, lê belê di pratîkê de pirsgirêk hene. Em li bajarekî ku DEM Partî lê desthilatdar e dijîn. Ji bo vê divê em pirsgirêka xwe ji heyeta DEM'ê re vebêjin. Weke ku Birêz Ocalan jî got, civakeke demokratîk vê yekê ferz dike.”   ‘DIVÊ BIRÎNÊN CIVAKÊ BÊN PÊÇANDIN’   Kavak anî ziman ku divê civaknasî metna banga Ocalan lêkolîn bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan dibîne ku dawî li têkoşîna çekdarî hatiye û di bin tecrîdê de pêvajoyeke nû dest pê kiriye; Ev tê wê wateyê ku tiştên li derve diqewimin. Got, 'Hebûna Kurdan hatiye naskirin û armanc pêk hatiye.' Birêz Ocalan peyama 'Aştî û Civaka Demokratîk' da lê min hûrgilî dagirtin. Birêz Ocalan di rastiyê de demokrasî û jiyana bi hev re rave kir. Civaka demokratîk tê wateya gelên bi hev re dijîn. Divê rolên parlamento û civakê ji hev cuda bin. Pêwîste komên di nava komîsyonê de cih girtin derkevin nava civakê û wan îqna bikin. Em civakeke pir bêsebir in û em dixwazin demildest tiştin werin çareserkirin. Bi vî rengî naxebite, ji ber ku divê birînên li nava civakê bên pêçandin. Divê her kes di vê pêvajoyê de vê rola îqnakirin û şîfakirina birînan bigire ser xwe. Lazim e meseleya qeyûman ji holê bê rakirin. Pêwîstî pê nîne ku di nava civakê de birîneke din biafirîne. Me bi salan êş kişand ; werin em bi hev re bijîn.   'HÊVIYA MIN GELEKÎ MEZIN E'    Kavak der barê pêvajoyê de bendewariyên xwe anî ziman û wiha got: "Hêviya min mezin e û ji bo ev pêvajo bi ser bikeve em dua dikin. Divê em li hemberî kesên dixwazin pêvajoyê ji her du aliyan ve provoke bikin hişyar bin. Ji bo tevkariyê li pêvajoyê bikin, em dixwazin her tiştî bikin. Di nava aştiyê de têkçûn nîne. Divê hem gelê Kurd hem jî Tirk qet nefikirin, 'Bi pêkanîna aştiyê re me çi bi dest xistine?' Eger bi vî rengî bifikirin, wê aştî pêk neyê. Em ji aştî, wekhevî, edalet, hezkirin, tolerans û biratiyê re amade ne. Heta ku aştî were van xakan, ji bo vê pêvajoyê em ê canê xwe bidin."     MA / Adnan Bîlen