Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê 2025-07-12 10:38:26 STENBOL - Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku Abdullah Ocalan gava din a ji jina û pê ve wekî avakirina bingeheke siyaseta demokratîk pênase kiriye û got: "Ji bo vê yekê, divê hin sererastkirinên qanûnî û destûrî werin çêkirin."   Bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de ji raya giştî re hat ragihandin, deriyê serdemeke nû vebû. PKK ku di kongreya xwe ya ku li ser banga Abdullah Ocalan di navbera 5 û 7'ê Gulanê de hat lidarxistin de biryar da ku "xebatên xwe bi dawî bike", duh di merasîmekê çek şewitandin. Bandora merasîmê ku tevahiya cîhanê şopand, berdewam dike.   Siyasetmedar û parêzvanê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal der barê geşedanan de ji ajansa me re axivî.    DAXUYANIYA BIDÎMEN A OCALAN   Unsal diyar kir ku peyama bidîmen ya Abdullah Ocalan ku 26 sal şûnde di 9'ê Gulanê de hat weşandin, nêzîkatiya cidî ya dewletê ya li hember vê mijarê nîşan dide. Unsal got: "Hemû têkiliyên berê yên birêz Ocalan bi rêya nameyên nivîskî bûn. Cara yekem e ku peyamên wî bi rêya tomarên deng û dîmen hatine ragihandin. Di banga xwe ya 27'ê Sibatê de, birêz Ocalan bang kir ku dema têkoşîna çekdarî qediyaye û ji ber ku êdî hebûna kurdan esas hatiye girtin divê rêxistin xwe tasfiye bike û li qada siyasetê têkoşîna xwe bidomîne. Di peyama xwe ya heft deqeyî de, birêz Ocalan tekez kir ku ji niha û pê ve, pêvajoyên qanûnî dê ji hêla komîsyoneke ku dê li meclisê were avakirin ve werin birêvebirin û merasîmek dê were lidarxistin ku kadroyên pêşeng ên rêxistinê dê çekên xwe deynin. Ev pêşketinên girîng in."   TÊ PAYIN LI MECLISÊ KOMÎSYONEK WERE AVAKIRIN   Unsal destnîşan kir ku merasîma PKK'ê ya duh li Silêmaniyê bi qasî banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê girîng bû. Wî got: "Piştî ku rêxistin çekan deyne, tê payîn ku komîsyonek li eclisê were avakirin. Ev komîsyon ku hemû partîyên sîyasî yên ku berê ji hêla birêz Ocalan ve hatine behskirin di nav xwe de digire, dê li ser mijarên qanûnî û destûrî yên pêvajoyê nîqaş bike. Birêz Ocalan di peyama xwe ya heft deqeyî de çend xalên girîng destnîşan dike. Yek ji van têgeha civakeke li ser bingeha komunan e. Ev veguherîneke mezin a îdeolojîk temsîl dike. Têgeha birêz Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê ji bo hemû gel, civak û dewletên Rojhilata Navînê sêwiranek civakî ye. Em dikarin vê yekê bi modernîteya demokratîk jî bi nav bikin. Ez bawer dikim ku ev tekezîyek girîng a îdeolojîk e."   LI ŞÛNA NETEW DEWLETÊ ENTEGRASYONÎZMA POZÎTÎF   Unsal got: "Birêz Ocalan li şûna dewleteke neteweyî behsa pêkanîna entegrasyona pozîtîf dike. Ger em vê yekê ji perspektîfa kurdan ve binirxînin, ew pênaseyeke nû ya hemwelatîbûnê û civateke nû nîşan dide ku tê de mafên kurdan bi awayekî qanûnî bêyî cudahî tên bicîhanîn û bi awayekî, bi cudakariya erênî tên piştgirîkirin. Ev rêbazek e ku dê garantî bike ku kurd dê bi hebûna xwe, bêyî cudahî, bibin beşek ji civak û dewletê. Ev rêbaz dikare qanûnî, destûrî, an îdarî be."   Unsal diyar kir ku beşeke girîng ji Tirkiyeyê tevgera siyasî ya kurd li ser bingeha tirsên wekî "cudakariyê" krîmînalîze dike û got: "Tevgera siyasî ya kurd heta roja îro, ji ber ku bi van kodan ji siyaseta navendî hatiye dûrxistin, maye. Di peyama xwe ya dawî de, birêz Ocalan mijarê ji perspektîfeke ku entegrasyon û yekbûnê li şûna veqetandinê dide pêş, dinirxîne. Sêwirana civaka pozîtîf ya demokratîk bêtir sêwiraneke civakî ye ku Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê dihewîne. Lêbelê, ew di heman demê de sêwiraneke civakî ye ku dê Filistîn, Îran û dibe ku heta Belûcistan, Pakistan, Hindistan û Afganistanê jî dihewîne. Ez dikarim bibêjim ku ev nêzîkatiyek e ku dikare pirsgirêka heyî ya Filistînê çareser bike. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku ev bang pir girîng e. Ji ber ku ew zimanekî gerdûnî bi kar tîne, ez dikarim bibêjim ku ew ji bo hemû neteweyan û pirsgirêkên li herêma me çareseriyekê pêşkêş dike."   MAFÊN QANÛNÎ   Unsal destnîşan kir ku mijareke din a girîng di peyama Abdullah Ocalan de "Divê stratejiya siyasî ya demokratîk wekî taktîkeke bingehîn bi hiqûqa yekbûyî were dagirtin" e û wiha domand: "Birêz Ocalan ji niha û pê ve rewşa siyasî wekî rewşeke siyasî ya demokratîk pênase dike. Divê hin sererastkirinên qanûnî werin çêkirin. Mînak, hemwelatîbûn di destûrê de ji nû ve were pênasekirin û perwerdehiya bi zimanê dayikê. Her çend ev bi eşkere nehatibin gotin jî, heke dabeşbûn an veqetandin çênebe û entegrasyon bibe yekîtiyek erênî, wê hingê divê hin rêziknameyên qanûnî werin çêkirin da ku sûdê bidin kesên bêparastin û wan bigihînin asteke wekhev bi yên mayî yên civakê re. Dema ku ev hemû bi dest ketin, siyaset dikare di bin şert û mercên adiltir û wekhevtir de li ser bingeheke demokratîk bimeşe.   Komîsyona ku di nav meclisê de were avakirin dê beşdarîyên girîng di pêvajoya aştî û civateke demokratîk de bike. Di nav pêkhateyên siyasî yên li Tirkiyeyê de, meclis xwedî nûneratiya demokratîk a herî bilind e. Ji bo nimûne, piştgirîya gel ji bo Serokkomar li dora ji sedî 51 an 52 e. Partîyên mîna CHP, AK Partî, DEM Partî û MHP jî xwedî rêjeyeke diyarkirî ya nûneratiya gel in, lê meclis saziya xwedî nûneratiya siyasî ya herî bilind li Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê, beşdarbûna rasterast a meclisê, saziyek e ku hema hema tevahiya îradeya gel tê temsîlkirin û spasî lê tê kirin, di pêvajoya aştîyê de îradeya wê ya demokratîk nîşan dide. Ji ber vê yekê, avakirina komîsyonekê li meclisê pir girîng e. Ew ê meşrûîyeta demokratîk li pêvajoyê zêde bike. Ji ber ku perspektîfên siyasî yên cuda dikarin werin nîqaşkirin, ew ê derketina holê ya ramanên pir afirîner jî hêsan bike."     MA / Esra Solîn Dal