Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan 2025-07-02 12:31:54 STENBOL - Şandeya bi daxwaza serdana Abdullah Ocalan hatiye Stenbolê ev bang kir: “Ji bo pêvajoya demokratîk bigihije potansiyela xwe ya tam, divê birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî bêşer bên berdan.”    Ji welatên cuda yên Ewropayê 39 kes di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” duh hatin Stenbolê. Şandeya ku ji rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqnasan pêk dihat, li hotêleke Taksîmê civîna “Maseya Gilover” li dar xist. Li eywana civînê pankarta “Hevdîtina navneteweyî ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina tecrîdê” hate daliqandin.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî di nav de gelek kes tev li civînê bûn. Piştî civînê, metna hevpar hate xwendin. Parlamenterê Federal ê Partiya Çep a Almanyayê Ferhat Koçak Tirkiya metna hevpar û Berpirsyara Têkiliyên Karên Derve ya CUP Katalonyayê Eulalia Reguant Cura jî ya bi Ingilîzî xwend.    'OCALAN BANGEKÎ BI WÊREK KIR’    Ferhat Koçak, anî ziman ku ew piştevaniyê didin gelê Kurd û got: “Em bang li meqamên Tirk dikin ku ji bo diyalogeke çêker û rast û muzakereyên aştiyê yên bi tevahiya derdorên civaka Kurd re, gavên şênber biavêjin. Em careke din banga xebatên hevpar ên ji bo serkeftina pêvajoyê li hemû tevger û partiyên pêşverû û gelên Tirkiyeyê dikin. Tenê bi angajmanên bi vî rengî dikare guherîneke mayinde û domdar were cîbicîkirin û bi rastî jî rêya Tirkiyeyeke demokratîk were vekirin.”    Bi domdarî Koçak destnîşan kir ku hewceye Tirkiye rêzê bo mafên mirovan bigire û berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî bicih bîne. Koçak, wiha dom kir: “Di serdemeke ku qada navneteweyî zêdetir di çarçoveya dijminatî û êrişkariyê de teşe digire, ji bo çareserkirina meseleya Kurd a bi rêyên diyalog û muzakereyan firsendeke dîrokî li ber dest e. Ev her du hêma, hêmayên sereke yên civakeke demokratîk in. Di serdemeke ku Rojhilata Navîn di nava pêtên agir de û gelek welat ketine nava pêşbirka xwebiçekkirina bêsînor de, birêz Ocalan yek ji dengên herî xurt ê aştî û bêçekbûna diparêze ye. Birêz Ocalan, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pevçûnên zêdetirî 40 sal in didomin, di heman demê de bangekî wêrek a bêçekbûn û tesfiyeyê kir.”    BAL KIŞAND SER ‘KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK’     Di berdewamê de Koçak bi lêv kir ku fikra “Konfederalîzma Demokratîk” a Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo tevahiya herêmê modêleke û wiha pê de çû: “Ji bo pêvajoya demokratîk bigihije potansiyela xwe ya tam, mecbûriyeteke ku birêz Ocalan û hemû girtiyên din ên siyasî yên mafên wan tên binpêkirin bêşert û tavilê bên berdan. Girtîmayina wan, rê li ber fikarên cidî vedike. Di dema ragirtinê de yek ji mijarên esasî rêzgirtina bo mafên mirovan e. Bi taybet jî birêz Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê 26 sal in di tecrîdê de ye, bi awayekî derhiqûqî ji mafên xwe yên sereke bêpar hatiye hiştin û ev yek jî bi aşkerayî binpêkirina standartên hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye.”    Koçak, axaftina xwe wiha domand: “Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku li gorî rêgezên edalet, demokrasî û aştiyê tevbigere. Em ê gavên hikûmet diavêje bişopînin û hêvîdarin ku Tirkiye derbasî pêvajoyeke demokratîk û civakeke hemûgir bibe.”