2’yemîn Rojên Şanoya Zarokan a Gerok bi dîmenên rengîn ve dest pê kir 2025-06-21 10:16:22 AMED – 2’yemîn Rojên Şanoya Zarokan a Gerok ku Şaredariya Mezin a Bajarê Amedê li dar xistibû bi dîmenên rengîn ve dest pê kir.  Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), ji bo zarokên li gundan 2’yemîn Rojên Şanoya Zarokan a Gerok li dar xist.     Zarok û hunermendên ku li pêşiya Navenda Kongereya Çanda Amedê, civiyan heta Sumerparkê Qada Jiyana Hevbeş a ku lê çalakî lê dest pê kir meşiyan. Meşa ku bi stran û reqsê ve dest pê kir dîmenen rengîn derxiste holê. Zarok, li gel performansa lîstikvanan reqisîn û stran gotin.   Zeynep Yaş a ku Seroka Daîreya Karê Çand û Civakî, diyar kir ku bextewarî û kêxweşiya zarokan ew şad kirî û got: “Piştî şeş salan em li vê qadê kelecana çalakiyeke wiha dijîn.” Her wiha Zeynep Yaşê diyar kir ku dê çalakiyên şanoyê 5 rojan li navçeyan bidome bo zarokên bidome.    DÊ ROJÊN ŞANO 5 ROJ BIDOME   2’yemîn Rojên Şanoya Zarokan a Gerok, heta roja 25’ê Hezîranê dê bi lîstikên bi zaravayê Kurmancî, Kirmanckî ji bo zarokan bên nîşandan.   Di rojên şano de dê Şanoya Bajêr a Amedê, ŞanoWan, Navenda Hunera Zarokan, Şanoba, Nîsk Huner lîstikên Mîrza û Keybanû, Vewremerdim, Nîko, Daristana me, Hirço û Mozmozik û Sê Ezezok ve derkevin ser dikê.   Dê çalakî 5 rojan li navçeyên Gêl, Licê, Karaz, Pîran, Pasûr, Çêrmûg, Şankûş, Bismil, Xana Axpar, Hênê, Erxenî, Hezro û Farqînê bidome. Rojên şano dê her roj li parkan saet di 19.00’an de bên nîşandan.