Gora Revan Zana Bariştiran cara 4'emîn hate texrîbkirin 2025-06-20 14:39:16 WAN - Gora endama YJA Starê Revan Zana Bariştiran cara 4’emîn hate texrîbkirin.  Endama YJA Starê Revan Zana Bariştiran (Omedya Rohat) di sala 2016’an de li Dêrsimê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest da. Gora Revan Zana Bariştiran a li Goristana Karşiyaka ya li Taxa Nû ya Wanê cara 4’emîn hate texrîbkirin.    Bav Fadil Bariştiran bertek nîşanî texrîbkirina gora keça xwe da û got ku ev ne cara ewil e tê kirin. Bariştiran, got: “Ez her roj di saetên serê sibehê de diçim goristanê û gorên şehîdan av didim. Di saetên serê sibehê de min dît ku kêla gora keça min hatiye şikandin û hatiye texrîbkirin. Beriya niha jî 3 caran hatiye texrîbkirin û min serlêdana sûc kiribû. Lê tiştek jê derneket. Li gorî gotinên şêniyên taxê, şevê din saet derdora 21.00’ê de panzerek hatiye û li pêşiya goristanê sekiniye. Ev çi ji miriyên me dixwazin? Ev, provokasyon e. Divê rayedar tavilê çareseriyekê bibin vê meseleyê.”      Bi domdarî Fadil Bariştiran xwest kesên êriş pêk anîn bên dîtin û cezakirin û got: “Bila bela xwe ji miriyên me vekin. Em bi nirxên xwe re ne û dê her tim bi wan re bin.”