Walîtî bibiryar e ku Qeşayiyên Cîloyê tune bike! 2025-06-19 12:20:57 COLEMÊRG - Tevî ku hatin û çûna ziyaretvanan zirarê dide Qeşayiyên Cîloyê û rê li ber helîna wan vedike jî, Walîtiya Colemêrgê cara 7’emîn dê li wê qadê mihrîcanê li dar bixe.  Çiyayê Cîloyê û Gola Qeşayê di 26’ê Îlona 2020’ê de bi biryara serokkomar weke “Parka Neteweyî” hate ragihandin û çûn û hatine wê derê hêj jî girêdayî “destûrê” ye. Walîtiya Colemêrgê û qeyûm, dê li vê herêma bi bilindahiya 3 hezar û 400 metreyan, cara 7’emîn bi navê “Cîlo Fast” mihrîcanê li dar bixe. Ji ber germahiya kûrewî, hebûna qeşayiyan di bin xetereyê de ye û tevî hişyariyên pisporan jî walîtî û qeyûm di lidarxistina mihrîcanê de israr dikin. Mihrîcan dê bi hevkariya walîtiyê, qeymeqamtiya Geverê û Wezareta Ciwan û Werzîşê bê lidarxistin. Qedexeya li herêmê ku 365 rojên salê di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de tê domandin û çûn û hatine wê girêdayî “destûra taybet” e, dê di 28-29’ê Hezîranê de ji bo 2 rojên mihrîcanê bê rakirin.    Hêj mihrîcan dest pê nekirî, texrîbata ji ber amadekariyên li qadê dest pê kirin. Hêj ji niha ve bi dehan daşirên gerok û konteynirên gilêşê hatin bicihkirin û xwezaya herêmê tê texrîbkirin. Di heman demê de, bêyî ku xwezaya herêmê berçavan were girtin, di bin navê berfirehkirina rêyê de tê texrîbkirin. Midûriyeta Ciwan û Werzîşê ya Colemêrgê ji bo mihrîcanê hemû derfetên xwe seferber kir. Midûriyetê, ji bo her du rojên mihrîcanê li navend û navçeyan pêşqeydan digire da ku welatiyan bêpere veguhêze wir.     Walîtiya bajar jî bi daxuyaniyekê ragihand ku kesên dixwazin ji xizmeta veguhestinê ya bêpere sûdê bigirin, mecbûr in “Forma Qeyda Veguhestinê ya Bêpere” tije bikin. Xelkê bajar jî ji ber texrîbata dide qeşayiyan û hawirdorê, naxwazin mihrîcan were lidarxistin.