Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê Wanê qelebalixiyeke zêde heye 2025-06-18 10:35:41 WAN - Piştî şerê Îsraîl-Îranê, rêya hewaî ya Tehranê hate girtin. Bi destpêkirina şer re li Deriye Sînor ê Kapikoyê yê li Wanê qelabalixiyeke zêde heye.   Êrişa ku Îsraîlê di 13’ê Hezîranê de li dijî Îranê dabû destpêkirin kete roja 6’an. Bandora şer, li Rojhilata Navîn û li gelek welatan di rojevê de ye. Piştî êrişan, dewleta Îranê rêya hewayî ji bo sivîlan girt. Di sînorên Tirkiye û  Îranê de nexasim Deriyê Sînor ê Kapıkoyê, li Balafirgeha Ferît Melen û li termînalên otobusan qelebalixiyeke zêde heye. Welatiyên Îranê yên ku ji ber şer ku vedigerin welatên xwe yan ji bo ji Tirkiyeyê derbikevin, di deriyên sînor de girseyên mezin ketin dorê.   DI DERIYÊ SÎNOR DE PIRSGIRÊKA DERBASBÛNÊ    Welatiyên Îranê ji ber şer ji bo vegerin welatê xwe an ji Tirkiyeyê veqetin neçarî rêya bejahiyê bûn. Lêbelê di deriyên sînor de pirsgirêkên mezin dijîn. Hate diyarkirin ku gelek kes bi rojan e li ber derî tên rawestandin û ji bo derbasbûna hinek welatiyan destûr nayê dan. Gelek welatî, ji ber tirsa şer an ji bo ger û serdanê di deriyê sînor de derbas bûn. Welatiyên ku ji Tebrîz an ji Tehranê hatibûn Tirkiyeyê, diyar kirin ku şer jiyana wan a rojane bandor dike û ji ber dengê bombebaranê nikarin razên. Welatiyan anî ziman ku li Tehranê jiyana wan her diçe bêtir zor dibe û ji ber ewlehiyê naçar mane ku ji welatên xwe derbikevin. Welatiyên Îranê, destnîşan kirin ku rexmê şer dê koçberiyeke zêde çênebe.