Di civîna li Amedê de bal kişandin ser ‘Konfederalîzma Demokratîk a Jinan' 2025-05-26 15:55:11 AMED - Di encamnameya Civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê de bal kişandin ser “Konfederalîzma Demokratîk a Jinan.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di navbera 23-24’ê Gulanê de li Amedê, Civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk li dar xist. Civîn, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bi dirûşma “Jin jiyan e, jiyan xwerêvebirin e” hat lidarxistin. Encamnameya civînê hate parvekirin.    Encamname wiha ye:    “Di roja ewil a civînê de li ser krîzên piralî yên zîhniyeta netewe dewletê ya modernîteya kapîtalîst ku di serî de li erdnigariya me, li tevahiya cîhanê rê li ber vekirî, rêveberiyên şer ên li seranserî cîhanê belav dibin û ji bo jin, zarok, xweza û hemû gelan bi xwe re encamên rûxîner tîne û perspektîfa jinan a bi rola pêşeng a modernîteya demokratîk û civakî radibe û pêwîstiya bi bihêzkirina têkoşîna civakî hatin vegotin.    RÊXISTINIYA JI HERÊMÊ VE      Yek ji rojevên herî girîng ên di civînê de nîqaş li ser hatiye meşandin jî, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bû. Girîngiya derfetên jiyaneke azad û wekhev a vê bangê ji bo gelên Tirkiyeyê afirandî hate nirxandin. Hat destnîşankirin ku bi taybet jî di mijara avakirina aştiya civakî û civaka demokratîk de hewceye her kes bi hestiyariyeke mezin nêz bibe û li dora banga sedsalê bicive û ev piştevanî were mezinkirin. Di heman demê de bandora wê ya di asta neteweyî û navneteweyî de hate nirxandin. Hate gotin ku pêvajoyên aştî û çareseriya demokratîk bi qasî derfetên dîrokî, bi xwe re rîskên cidî jî tîne. Lewre, ji bo pêvajoya heyî bi leha gelên Tirkiyeyê û herêmê be û bi leha wan biencam bibe, hewceye rêveberiyên herêmî ji herêman ve dest bi birêxistinkirina demokrasiya civakî û aştiyê bikin û mezin bikin. Di mijara çawaniya vê rêxistinkirinê de nîqaş hatin kirin.    RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YÊN AZADÎXWAZIYA JINÊ     Di roja duyemîn a civînê de hewcehiya bi rola pêşeng a jinan a di avakirina aştiyê de, girîngiya wan a di veguherandina avadaniyên îktîdarparêz, hiyerarşîk û navendparêz ên zîhniyeta mêr lê serdest û bandora texrîbatên di 8 salên qeyûman de li ser destkeftiyên jinan û xebatên şaredarvaniyê hatin nirxandin. Hate gotin ku jiholêrakirina van texrîbatan bi pratîkeke xurt a paradîgmaya me ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê û hîn bêhtir bi cîbicîkirina pergala hevserokatiyê pêkan e. Me salek li pey xwe hişt. Bi perspektîfa rêveberiyên herêmî yên azadîxwaziya jinê xebat hatin kirin. Aliyên kêm û pratîkên ne li gorî tecrûbe û îdiayên me jî hatin rexnekirin û rexnedayina wê hate dayin. Hat gotin ku tevî texrîbatên qeyûman li pey xwe hiştî jî di nava salekê de xebatên jinan zêde bûn lêbelê di mijara civakîkirina paradîgmaya me ya rêveberiyên herêmî yên azadîxwaziya jinê, di rêxistinkirina wê de sazûbeneke di asta tê xwestin de pêş neket û ev kêmasî hate destnîşankirin.    Li dijî polîtîkayên qirkirina jinê, qirkirina ekolojiyê, îstîsmara li dijî zarokan, xizaniya jinê, her cureyên polîtîkayên cihêkar ên jinên penaber rû bi rû dimînin û li dijî polîtîkayên şerê taybet, polîtîkayeke çareseriyê ya di asta tê xwestin de nehat meşandin. Sedemên vê hatin nîqaşkirin û li dijî van polîtîkayan, ji bo dema pêşiyê stratejiyeke xurt hate rabekirin. Weke stratejiya sereke, di têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de, di çarçoveya kampanyaya ‘Gotina me neqediya! Em ê bi hev re tundiyê biskenînin’ de soz hate dayin ku dê di her qada jiyanê de refleksên civakê bên birêxistinkirin.    KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK A JINAN     Hat destnîşankirin ku ev stratejiya me daniye pêşiya xwe, tenê bi civakîkirina paradîgmaya ‘Hevjiyana Azad’ û ‘Pergala Hevserokatiyê’ û pratîkezekirina wê pêkan e. Hat nirxandin ku hevserokatî ne tenê wekheviyeke qebe ya her du zayendan e, bi azadbûna şêweyê têkiliyên di navbera jin û mêran de ku pirsgirêkên civakî jî lê hatine zêdekirin pêkan e. Di vê çarçoveyê de, hate gotin ku paradîgmaya hevjiyana azad a pergala hevserokatiyê, dabînkirina wekheviya jin û mêran a di mekanîzmayên rêvebirinê de, di çarçoveya dirûşma ‘Jin jiyan e, jiyan xwerêvebirin e’ de ji herêmên herî biçûk ber bi jor ve demokratîkkirina rêveberiyan e. Me destnîşan kir ku ev yek dê bi avakirina mekanîzma, komîsyon, koordînasyon, meclis û komunan çêbibe. Weke hevserokan, me ji ber cihên ku ev mekanîzma lê pêş neketin û aqilê hevpar, ruhê kolektîf lê cîbicî nebûyî jî rexnedayîna xwe da û me soz da ku dê di pêvajoya pêş de hem paradîgmaya xwe hem jî pergala xwe ya hevserokatiyê civakî bikin. Weke egerekê pergala hevserokatiyê, me got ku ji herêman ve em ê dest pê bikin û bi civandina jinên ji bawerî, fikriyat û nasnameyên cuda re em dikarin rêveberiyeke jin xwe bi rengê xwe birêve dibin anku Konfederalîzma Demokratîk a Jinan bixin meriyetê.    BIRYARA XWEBÛNÊ     Hat destnîşankirin ku hîn bêhtir sazûmankirina modêla hevserokatiyê ku temînata azadiya jinê û civaka demokratîk e, tevlibûneke berfirehtir a demokrasiya herêmî û bi awayekî çalak tevlibûna jinan a di mekanîzmayên biryardayînê de, peywireke me ya sereke ye. Di vê çarçoveyê de heta destnîşankirin ku kirdebûna polîtîk a jinan û bandora vê ya li ser tevahiya rêveberiyên herêmî, divê teqez hebe. Di çarçoveya nîqaşên li ser vê bingehê hatine kirin de; li dijî tundiyê, tacîz, destdirêjî, îşkence, tecrîd, mekanîzmayên zayendperestiyê diafirînin, li dijî polîtîkayên nasnameya klasîk a jinê diafirînin û ferz dikin û li dijî saziya malbatperestiyê; em ê îdeolojiya xwe ya rizgariya jinê û rêgezên wê esas bigirin, nasnameya jina azad ava bikin, seknekî ku xwedî gotin û dibe îrade pêş bixin. Hate gotin ku ev yek jî bi xwebûnê pêkan e.”