Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin 2025-05-12 14:50:04   AMED - Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku biryara PKK’ê re divê pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk were nîqaşkirin û wiha got: “Divê gavên qanûnî ku zemîna demokratîk ava dikin bên avêtin.”    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. PKK’ê jî ji ewil di 1’ê Adarê de biryara agirbestê ragihand û di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist û biryarên wê parve kir.    Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç têkildarî biryarên PKK’ê axivî û got: “Hêvîdarim ev biryar bibin wesîleya aştiyê û bibin wesîleya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd.”    'DESTÊ SIYASETÊ XURT BÛ’   Guleç, anî ziman ku divê ev biryar weke destpêkek were nirxandin û got: “Ji vir û şûnde dê rê û rêbazên têkoşînê yên siyasetê li ser zemîna demokratîk bibin. Piştî ku rêxistinê ragihandî ku xwe fesix kiriye, divê zemîneke qanûnî ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî wera avakirin. Wisa texmîn dikim ku di vê mijarê de amadekarî hene. Êdî di mijarên demokratîk de destê siyasetê xurtir bû. Beriya niha her tim her daxwaza demokratîk di bin navê ‘terorê’ de dihat krîmînalîzekirin, lêpirsîn dihat vekirin û kes dihatin girtin. Pêvajoya ji vir û şûnde divê pirsgirêka Kurd û meseleyên civakî li ser zemîneke demokratîk û azad bên nîqaşkirin.”    ‘DIVÊ SERERASTKIRINÊN HIQÛQÎ BÊN KIRIN’    Guleç, destnîşan kir ku divê hikûmet ji vir û şûnde ji bo avakirina zemîna hiqûqî û demokratîk di qanûnan de sererastkirinan bike û got: “Di vê pêvajoyê de hewceye ji bo kesên çekan ber didin sererastkirinan bikin. Gelo ev kes dê çawa tev li jiyana civakî bibin û bingeha vê ya qanûnî û makezagonî çi ye? Qanûna înfazkirina cezayê, mafê hêviyê, rewşa girtiyên nexweş, rewşa girtiyên tehliyeya wan tê astengkirin û hwd. Ev mijar êdî divê bên nîqaşkirin. Bi vî awayî dikare vê pêvajoyê veguherînin aştiyeke mayinde. Nexwe dê gelek neajo.”    ‘MAFÊ HÊVIYÊ’   Guleç, têkildarî “Mafê hêviyê” jî ev tişt anî ziman: “Li gorî min heke mafê hêviyê bibe rojev, ev yek dê pêşiya pêvajoyê veke. Êdî divê were nîqaşkirin. Ji ber ku ragihandina biryara xwefesixkirinê bi tena serê xwe pirsgirêkê çareser nake. Di daxuyaniyê de dibêje ku divê mercên birêz Abdullah Ocalan biguherin. Di vê pêvajoyê de ji bo bikare rola xwe bilîze divê pêşiya wî were vekirin û mercên wî biguherin. Anku ev pêvajo dikare bibe pêvajoya amadekariyê û destpêkek.”    CIHÊ ÇARSERIYÊ MECLIS E   Guleç, anî ziman ku êdî cihê çareseriya meseleyê Meclis e û axaftina xwe wiha qedand: “Divê siyaset di vê mijarê de çareseriyê pêş bixe. Heke qanûn bên guherandin, cihê vê çareseriyê dîsa Enqere ye. Divê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl vê pêvajoyê weke pêvajoyeke bi menfaeta civakê bibînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka 100 salî êdî hewldanek heye. Ya girîng ew e ku her kes jê re bibe alîkar. Hedefa esasî ew e ku tevahiya 85 milyon welatiyan azad û wekhev bikarin bijîn. Ji rewşenbîran heta rojnameger, hiqûqnas, nivîskar û rêxistinên civaka sivîl, berpirsyartî dikeve ser milê her kesî. Divê civak jî di vê mijarê de hesas nêz bibe. Em di qonaxa çareseriya pirsgirêkeke sed salî ne. Divê her kes bihestiyarî nêz bibe.”    MA / Rûkiye Payîz Adiguzel