Berga Kovara Jînê ya vê hefteyê Dayikên Şemiyê bû 2024-05-26 09:17:57   STENBOL - Hejmara 65’emîn a Kovara Jînê bi manşeta “1000 hefteye li heman cihî: Faîl diyar in, windakirî li ku ne” derket.    Hejmara 65’emîn a Kovara Jînê ku heftane weşanê dike, bi manşeta “1000 hefteye li heman cihî: Faîl diyar in, windakirî li ku ne” derket. Di hejmara vê hefteyê de kovar li ser têkoşîna Dayikên/Mirovên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe hezar hefteye li ber xwe didin, disekine.    Nivîsên di vê hejmarê de cih girtin ev in:    * Çîrokeke dewletê nediyar hiştî: Hayrettîn Eren / Hevpeyvîna bi Îkbal Eren re – Bêrîtan Canozer    * Ji bavê min re name... / Gulbahar Alpsoy   * Ên li dijî ‘demborîn’ û demê li ber xwe didin / Esra Kiliç    * Lêgerîna edaletê ya dayika Emîneyê ya bloqên betonê parçe dike! / Ceylan Şahînlî   * We çi bi Dîlek Serîn a 3 salî kir? / Şukran Demîr