Parêzer Ece: Girtiyê nexweş daketiye 41 kîloyan, tenê dikare bêhnê bistîne 2024-05-26 09:01:57 STENBOL - Parêzer Vedat Ece diyar kir ku dewlet di nava girtiyên nexweş de cihêkariyê dike û got: "Abdûllah Kuday daket 41 kîloyan û tenê bêhnê distîne. Tevî vê jî ger girtiyên nexweş neyên berdan, wê çaxê mirov nikare behsa edaleta dewletê bike."  Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ku li Mêrdînê di berxwedana Kobanê ya 6-8'ê Cotmeha 2014'an de hat binçavkirin û girtin, ewil sewqî Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê û piştre jî sewqî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tekîrdagê hat kirin. Kudayê ku ji ber nerihetbûna xwe ew rakirin nexweşxaneyê, nexweşiya ALSê tê de hat tespîtkirin. Kuday ku nikare pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn bike, di Çileya 2022'Yan de ew birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Metrîsê. Kuday tevî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya "nikare di girtîgehê de bimîne" jî nayê berdan.    Parêzerên wî diyar kirin ku Kuday daketiye 41 kîloyan û hema hema hemû organên wî hatine asta xerabûnê.   Parêzer Vedat Ece   Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û parêzerê Kuday Vedat Ece, diyar kir ku Kuday tenê dikare bêhnê bistîne û got ku girtiyên nexweş ji nedîtî ve tên.    ÎNFAZA WÎ 6 MEHAN HAT TALOQKIRIN...   Ece diyar kir ku Kuday ji ber nexweşiya xwe ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tekîrdagê sewqî Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê hatiye kirin û got ku Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê ji bo Kuday 6 mehan biryara "taloqkirina înfazê" daye. Ece anî ziman ku piştî Kuday sewqî ATK'ê hatiye kirin, ATK'ê biryar daye ku înfaza wî li girtîgehên tîpa R bidome. Ece got: “Di Qanûna Înfazê de bi tu awayî paşxistina înfaza kesên ku cezayê muebbetê yê giran li wan hatiye birîn nayê pêşbînîkirin. Helbet li vir hinek îstîsna hene. Ji ber ku di xala 16'emîn a Beşa 2'yan a Biryarnameya Serokomariyê û Qanûna Înfazê de hat diyarkirin, di dozên kesên nexweşên giran û penceşêrê de taloqkirin an jî sekinandina înfazê heye. Lê belê bi guhertina rêziknameyeke yeksaetî taloqkirina înfaza girtiyên nexweş an jî sekinandina wê, pêkan e."    Ece diyar kir ku di nava "asayîbûnê" de siyasetmedarên kurd û girtiyên nexweşîna wan giran ên kurd tune ne û got: "Me di 23'yê Gulanê de serdana Kuday kir. Daketibû 41 kîloyan. Tenê dikare bêhnê bistîne. Girtiyên nexweş Serdar Yildirim, Ergîn Aktaş û Kuday di heman odeyê de dimîne. ATK'ê ji bo her sêyan jî gotiye 'nikarin di girtîgehê de bimînin' û 'nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bikin.' Lê dîsa jî muwekîlên me bi îdiaya 'ji bo ewlehiay civakê xetere ne' nayên berdan."    Ece anî ziman ku dewlet hêza xwe ji edaletê distînin û got: "Ger hûn edaletê ji dewletekê derxin, ew dewlet dibe organîzmayeke derqanûnî. Bi dubendî nêzî girtiyên nexweş dibin. Girtiyên edlî, çete, yên di 28'ê Sibatê de hatin darizanidn bi briyarnameyeke serokkomariyê di şevekê de tên berdan. Lê yên siyasî ku êdî nikarin bi tena serê xwe bijîn bi destê ATK'ê û helwesta dewletê nayên berdan. Ger rewş wiha be, wê çaxê mirov nikare behsa edaleta dewletê bike. Dest ji asayîbûnê berde, mirov nikare behsa tu tiştî jî bike."    MA/ Omer Îbrahîmoglû