Berxwedana li Marûnisê didome: Em dixwazin maden bê girtin 2024-05-26 09:00:35   COLEMÊRG - Welatiyên ku li herêma Marînûsê li dijî madenan di çalakiyê de ne, gotin: "Em pere û îş naxwazin. Em dixwazin maden bê girtin."    Çalakiyên di 22’yê nîsanê de li dijî xebatên madenê yên ji sala 2007’an û vir ve li gundê Marûnis ê Colemêrgê berdewam dikin û dibin sedema wêrankirina xwezayê, di roja 35’an de didome. Şêniyên Marûnisê bi daxwaza "Bila xebatên madenê yên li gund û kana madenê ya li mêrgê demildest bên rawestandin. Divê ji ber xebatên madenê ji holê bên rakirin û li herêmê ji nû ve daristan bên çêkirin. Tevî ku 35 roj di ser çalakiyê re derbas bûne jî gundiyên ku daxwazên wan nehatine bicihanîn, bi biryardarî çalakiyên xwe didomînin.   Li herêmê ji ber qada madenê xweza zirar dîtiye û hema bêje nemaye. Berxwedêrên di çalakiyê de ku di bin dorpêça cendirmeyan de li ber xwe didin, ji bo encamgirtinê bi israr in.   ‘WÊ HINGUVÊ MÊŞAN JEHRÎ BIBE'   Suleyman Cadiroglû (72) ku tevî temenê xwe yê mezin bi gopalê xwe tevî çalakiyê dibe û mêşvaniyê dike, diyar kir ku ji ber dûmana jehrî û ava ku ji qadên madenê derketiye bi sedan mêşên hinguv mirin û tenê 6 hezar mêşên wî mane. Cadiroglû destnîşan kir ku bêyî girtina qada madenê pirsgirêk nayên çareserkirin û got: “Yekane pirsgirêka gelê me kan e û çareserî jî girtina wê ye. Tiştek ji jiyanê nemaye. Dema me bi mêşvaniyê debara xwe dikir, mêşên me ji ber gazên jehrî yên kaniyan winda bûn. Hemû kulîlkên ku mêş jê hinguv çêdikin jehrîn in. Tu tişt nemaye."    ‘BILA QADA MADENÊ BÊ GIRTIN'   Cadiroglû da zanîn ku daxwaza hevpar û yekane ya hemû gundiyan girtina qada madenê ye û got ku dixwazin xwediyê şîrketa madenê efserê tewawidbûyî Hizir Keskîn madenê bigire û terka axa wan bike.    Cadîroglû bilêv kir ku xwediyê şîrketê heqaret li gundiyan kiriye û got: "Heqê kesî tune ye heqaretê li me bike."    BANGAWAZÎ   Celal Dûman (68) jî diyar kir ku ji bo herêmên wan neyên dagirkirin têdikoşin û got ku zeviyên wan ji bo berjewendiyên kesên ku qadên madenê vekirine tên bikaranîn û wiha got: “Berê bi sedan kes, bi hezaran pez hebûn. Niha kes nemaye. Xwezaya me qir kirin. Ne dar, ne heywan, ne qadên jiyanê hiştin. Divê rayedar demildest vê pirsgirêkê çareser bikin. Em hêvî dikin ku her kes çalakiya me hembêz bike û piştgiriyê bide. Divê komele û rêxistinên ekolojiyê van mirovan tenê nehêlin."