Li Hezexê ev rê bûye 'rêya mirinê': Bû sedema mirina 12 kesan 2024-05-26 09:00:17 ŞIRNEX - Ji ber tedbîrên ku li ser rêya Hezexê ku diçe Midyadê nayên girtin heta niha 12 kesan di encama qezeyên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane. Tevî hemû daxwaz û çalakiyên welatiyan jî heta niha ji aliyê rayedaran ve ti tedbîr nehatine girtin. Rêya bejahiyê ya navbera Hezex-Midyadê ya li navçeya Hezexa Şirnexê ji ber nebûna tabelayên trafîkê, kêmasiyên pira peyayan, qezeyên trafîkê çêdibin. Di 3 salên dawî de li heman cihî bi dehan qeza pêk hatin e. Di qezayên ku 3 salên dawî de li cihê navborî pêk hatin, 12 kesên ku piraniya wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan û di nav wan de Kumru Oner, Suleyman Tatli, Aylin Bakan, Raperîn Başkan, Zekî Kaya, Omer Maral, Harun Guneş, Rupel Guneş, Fîdan Oner û Yusuf Ozdemîr bi giranî birîndar bûn û rizgar bûn hene. Herî dawî zarokê 5 salî Umut Kaya ku di 10'ê gulanê de hewl dida ku derbasî aliyê din ê cadeyê bibe ji ber lêdana wesayitê di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest da.    Şeniyên taxê ku pîranî ji koçeran pêk tên ji bo ku tedbîr bên girtin heta niha gelek caran serlêdan kirin lê belê tu encam ji serlêdanên xwe negirtin. Şêniyên taxê ji ber qezayên trafîkê gelek caran rê li çûnehata wesayîtan girtin û xwestin rayedar tedbîran bigirin. Lê belê heta niha tu tedbîr nehatine girtin. Her roj zarok neçar dimînin ku di vê rêya ku ji aliyê welatiyan ve weke “rêya mirinê” tê binavkirin re derbas bibin.     Ji bo tedbîr bên girtin, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê ji bo ku Wezîrê Veguhezandinê û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu bersivê bide, pêşniyazpirs pêşkeşî parlamentoyê kirin. Lê belê hê nehatiye bersivandin.   ÇALAKÎ LI DAR XISTIN, DAXWAZNAME DAN LÊBELÊ TEDBÎR NAYÊN GIRTIN   Dapîra Umut Kaya ku di qezaya dawî de jiyana xwe ji dest da Hame Ozdemîr diyar kir ku wan berê jî xwestibû ku tedbîr bên girtin lê ji aliyê rayedaran ve ev daxwaza wan hatibû paşguhkirin û wiha got: “Dilê me şewitî em naxwazin ku dilê ti kesî bişewite. Ev rê rêyeke pir xeternake. Zarokên me nêçarin ku her roj ji vê rêyê derbasî aliyê din bibîn. Me gelek caran bang li rayedaran kir ku tedbir bigirin. Li ser vê rêyê wesayitê li nasekê me xist çend rojan di nexweşxaneyê de çavderiya awarte de ma. Ew saxbû. Lê piştî wê di heman cihî wesayitê li zarokeke din xist û cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Herî dawî li vê derê wesayitê neviyê min xist û wî jî jiyana xwe ji dest da. Dîsa wesayitê bi naseke me xist û hê heta niha jî serê wê birine. Heke ku rayedaran ji vê pirsgirêkê re çareseriyek ditiban serê me jî rehet dibû. Ji ber van qezeyan çend caran me rê li trafîkê jî girt. Lê her carê rayedara ji me re dibêjin,' herin doz vekin' em çûn me daxwaznameyên xwe jî dan lê me encam negirt. Her carê ji me re dibêjin,' em ê çareser bikin' lê çareser nekin û neviyê min mir. Dilê me şewitî bila dilê kesekî neşewite, ji vê rêyê re çareseriyekî bibînin."    TANKERÊN NEFTÊ PÊŞIYA XETEREYÊ VEDIKIN   Ji niştecihên taxê Mesut Erten jî diyar kir ku ev qeza pêk tên êdî ji bo wan bûye rewşek rûtîn û got: "Ji roja ku ev rê hatiye çêkirin û vir ve her tim qeza diqewime. Heta niha 10-12 kesan jiyana xwe ji dest dane. Em çiqasê çalakiyan bikin jî û daxwaznameyan jî bidin çareser nakin. Ji xwe ev rê di nava taxê de derbas dibe. Ji ber wê jî nepêkane ye ku ew zarok ji derveyî cade listîk bilÎzin. Piraniya qezeyan jî derveyî rêyê pêk tên. Ji ber ku wesayitên ku tên gelek bi lez tên. Li çiyayê Gabarê neftê derdixin. Ew tankerên neftê jî hemû di vir de derbas dibin û gelek bi lez derbas dibin. Me gelek caran hişyar kirin jî lê me guhdar nakin. Di lez ajotina wesayitê de israr dikin. Heta niha jî ti tedbir nehatine girtin. Niha dixwazin ku pergala ronîkirinê çêbikin lê ev neçareseriye. Divê ku qilom-tilmik hebin. Piren ser rê û bin rê jî neçareseriye. Zarok nikarin derbas bibin. Pira bin erdê jî jî neçareseriye. Çimkî şeniyên taxê debara xwe li ser sewalkariyê dikin. Ji bo derbaskirina pez a aliyê din zehmet dibe. Em çûn cem qeymeqam jî û emniyetê jî. Emniyet jî dibêje em nikarin êdî berpirsyariyê bigirin. Her kes me arsateyî Midûriyeta Rêya Bejahiyê (Karayollari) dike. Midûriyet jî dibêje ev der aidî min e û hûn nikarin ti mudaxile bikin û em ê nehêlin qilom çêbikin û qebûl nake."    MA / Zeynep Durgut