Yildirim hate definkirin 2024-05-26 08:23:57 AMED - Cenazeyê Mehmet Yildirim ê li navçeya Liceyê hatibû qetilkirin bi girseyî hate definkirin.  Welatiyê bi navê Mehmet Yildirim (45) ku bavê 4 zarokan bû, di 24’ê gulanê de li gundê Nenyas ê navçeya Lice ya Amedê ji hêla leşkerên derketin operasyonê ve hate qetilkirin. Cenazeyê Yildirim duh bi şev ji Saziya Tipa Edlî (ATK) hate wergirtin û birin gundê wî Nenyasê. Cenaze piştî wecîbeyên olî bi girseyî hate definkirin. Di dema merasîma definkirinê de girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Serhat Eren, endamên Komeleya Yekitî, Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), xizmên girtiyan ên di çalakiyê de û gelek partiyî tev li merasîma definkirina cenazeyî bûn.