Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin 2024-05-24 12:14:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Papuaya Gîneya Nû, di saetên şevê de ji ber hezaza axê, hat diyarkirin ku li gorî texmînan ji sedî zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dane.   Li welatê Pasîfîka Başûr, Gîneya Nû ku 600 kîlometre li bakur rojhilatê paytext Port Moresby e; li gundê girêdayî bajarê Engayê Kaokalamê hezaz pêk hat.    Li gorî nûçeya NûJinhayê ku spartiye saziya weşana giştî ya Avustralyayê ABC’ê, şahidan diyar kirine ku di saetên şevê de ax şemitiye û ji sedî zêdetir kesên ku di bin axê de mane jiyana xwe ji dest dane. Ji aliyê saziyên fermî ve der barê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane de heta niha daxuyanî nehatiye dayîn.   Di dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin de, tê dîtin ku perçeyek zinarê ji navsera çiya jêbûye, li axa derdora xwe ketiye, bi xwe re biriye û bi ser malên gundiyan de ketiye.